Hewlêr (Rûdaw) - Alîkarê Serokkomarê Tirkiyeyê Cevdet Yilmaz li ser pêvajoyê axivî û got, “Em vê yekê wekî derfeteke mezin dibînin.”
Cevdet Yilmaz her wiha got, “Li qadê pêşketineke erênî heye lê pêvajo zehmet in. Divê em bi sebir pêvajoyê bişopînin û gav bi gav ber bi armancê ve bimeşin.”
Alîkarê Serokkomarê Tirkiyeyê Cevdet Yilmaz bû mêhvanê edîtoran Ajansa Anadoluyê (AA) û li ser pêvajoya çareseriyê axivî.
Cevdet Yilmaz biryara PKKyê ya xwefeixkirinê bi bîr xist û diyar kir ku bi veguherîna vî karî ya polîtîkayeke dewletê re xebatên pêvajoyê didomin.
Cevdet Yilmaz da zanîn ku ew xebat di rêça xwe de bi awayekî erênî bi pêş ve diçin û got:
“Em dê wê enerjiya ku me daye têkoşîna li dijî terorê, bidin bipêşketin û xurtkirina standardên xwe yên demokratîk. Em vê yekê wekî derfeteke mezin dibînin.”
“Dê ji cîhanê re bibe mînak”
Cevdet Yilmaz li ser biryara danîna çekan a PKKyê got, “Li qadê pêşketineke erênî heye lê pêvajo zehmet in. Divê em bi sebir pêvajoyê bişopînin û gav bi gav ber bi armancê ve bimeşin."
Yilmaz anî ziman ku Tirkiye welatek e ku pirsgirêkên xwe bi xwe çareser dike û got:
"Tirkiye pirsgirêkên xwe bêyî ku bibe saziyeke navneteweyî yan hêzeke din çareser dike. Dema ku ev pêvajo bi temamî bi ser bikeve, dê bibe çîrokeke serkeftinê ku ji cîhanê re bibe mînak."



