Hewlêr (Rûdaw) - Kabîneya Serokkomariya Tirkiyeyê bi serokatiya Serokkomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan, îro demjimêr 15:00an li Beştepeyê dicive.
Tê çaverêkirin ku mijarên sereke yên civînê lêpirsîna fonan û pêvajoya çareseriyê bin.
Tê destnîşankirin ku dê encamên civînên Lijneya Koordînasyona Fonan ku bi serokatiya Alîkarê Serokkomarê Tirkiyeyê Cevdet Yilmaz pêk hatibûn, bên gotûbêjkirin û guhertinên qanûnî yên nû bên nirxandin.
Mijareke din a girîng a kabîneyê pêvajoya çareseriyê ye. Beriya biryara Lijneya Ewlehiya Neteweyî (MGK) ya ji bo avêtina gavên qanûnî, tê çaverêkirin ku raporên sîxuriyê yên derbarê mijara çekdanînê li ser maseya kabîneyê bin.
Her wiha mijarên ewlehiya herêmî yên wekî Şerê Rûsya û Ukraynayê û êrişên Hûsiyên Yemenê yên li ser Erebistana Siûdî jî dê di civînê de bên nîqaşkirin.



