Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk daxugot, "Namzedê AK Partiyê û Tifaqa Cumhurê yê serokkomariyê Erdogan e."
Omer Çelîk her wiha da zanîn, "Erdogan daxwaza lêborînê ya Fatma Betul Sayan Kayayê ya ji peywirê qebûl kir."
Berdevkê AK Partiyê Çelîk li Serokatiya Navçeya Beykozê ya AK Partiyê civîneke çapemeniyê li dar xist.
"Em dê xwe bigihînin hemû malan"
Omer Çelîk li ser xebatên partiya xwe yên li Stenbolê axivî û anî zimên:
"Hevdîtinên 'Sedsala Tirkiyeyê' bi serkeftî bi rê ve çûn. Em dê îro li Stenbolê hevdîtineke giştî pêk bînin.
Li 39 navçeyan em dê xwe bigihînin her mala ku destê me digihîjê.
Hemû hevalên me li qadê ne û li hemû navçeyan xebat tên kirin. Em ji serî heta binî li navçeyên xwe digerin û hevdîtin tên kirin.
Ev der partiya milet e. Rêxistinên me mala her kesî ne û em bi rêxistinên xwe serbilind in.
AK Partî êdî bûye markayeke cîhanê. Yên ku di nava rêxistinê de mezin bûne îro di nava siyasetê de ne û ev jî ferqa me ye."
"Namzedê Tifaqa Cumhurê Erdogan e"
Berdevkê AK Partiyê bersiv da gotinên mixalefetê û got:
"Pêwîst nake mirov gotinên mixalefetê cidî bigire. Namzedê Tifaqa Cumhurê yê Serokkomariyê Recep Tayyîp Erdogan e."
Lêpirsîna krîza fonê
Omer Çelîk li ser lêpirsîna krîza fonê jî ev nirxandin kir:
"Saziyên partiya me bi hûrgilî dixebitin. Em navnîşan û navenda civak û siyaseteke paqij in.
Yên ku tevlî bertîlxwarin û îstîsmarê bûne dê hesabê bidin.
Rewşa wan welatiyên me yên ku ji ber vê zerer dîtiye dê ji nêzîk ve were şopandin. Em destnîşan dikin ku em dê tawîzê nedin.
Di pergala me ya darayî de ti rîsk nîne. Em heta dawiyê xwedî li emaneta milet derdikevin. Prensîbên AK Partiyê zelal in, yên tevlî bûne dê hesabê bidin."
Îstifaya Fatma Betul Sayan Kayayê
Çelîk li ser îstifaya Fatma Betul Sayan Kayayê jî wiha axivî:
"Xanim Fatma Betul niha ne endama me ya MYKyê û MKYKyê ye. Serokkomarê me daxwaza lêborînê ya Kayayê ya ji peywirê qebûl kir.
Ji niha û pê ve em bi spekulasyonan tevnagerin. Hemû saziyên me yên rayedar pêvajoyan bi hûrgilî dişopînin."



