Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan ragihand ku eger Îraq çekên komên çekdar û bi taybetî yên PKKyê yên li Şingalê kontrol bike, Tirkiye amade ye ku hebûna xwe ya leşkerî ya li Îraqê "qonax bi qonax" kêm bike û bi dawî bîne.
Hakan Fîdan îro li New Yorkê li ser hevdîtina Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî axivî.
Fîdan ev hevdîtin wekî civîneke "baş" nirxand û da zanîn ku pirsgirêka Şingalê yek ji mijarên sereke yên gotûbêjan bûye.
Bêçekkirina PKKyê li Şingalê
Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê diyar kir ku ew piştgiriyê didin armanca hikûmeta Îraqê.
Bi taybetî wî behsa girîngiya bêçekkirina deverên di bin kontrola PKKyê de kir ku bi gotina wî Şingal di serê van herêman de ye.
Baregeha Başîqayê û vekişîn
Fîdan li ser hebûna leşkerî ya Tirkiyeyê ya li Îraqê jî daxuyanî dan.
Wî anî zimên ku Baregeha Başîqayê li ser daxwaza Îraqê û ji bo rûbirûbûna terorê hatiye vekirin.
Li gorî gotina Fîdan, dema nexşerêya Îraqê ya ji bo bidawîkirina terorê bi cih were, Tirkiye dê hewl bide ku hebûna xwe li wir qonax bi qonax kêm bike û bi temamî biqedîne.
Fîdan da zanîn ku Erdogan di hevdîtinê de vîna Tirkiyeyê ya di vî warî de nîşanî Îraqê daye.
Wî destnîşan kir ku piştî ku PKK ji Şingalê hat derxistin ew dê gavên pêwîst biavêjin.
"Em dê hinek pêngavan biavêjin"
Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan li ser mijarê ev agahî dan:
“Serokkomarê me li vir Serokwezîrê Îraqê pêşwazî kir. Civîneke baş bû û gelek mijar hatin gotûbêjkirin.
Mijara Şingalê yek ji wan mijarên girîng bû. Di kongreya rojnamegeriyê ya piştî civînê de xalek derket holê.
Em bi kêfxweşiyeke mezin dibînin ku aliyê Îraqî ji bo bêçekkirina hemû komên çekdar ên li wî welatî armanceke siyasî daniye. Em piştgiriyê didin vê nêrînê."
Hakan Fîdan li ser hevahengiya bi Îraqê re wiha pê de çû:
"Di dema pêkanîna vê yekê de, bi taybetî standina çekan ji wan cihên ku di bin kontrola PKKyê û komên ser bi wê ve ne ji xwe re wekî armanc daniye ku Şingal di serî de ye.
Hebûna leşkerî ya Tirkiyeyê ya li Îraqê, bi taybetî Baregeha Başîqayê ji bo rûbirûbûna terorê bi Îraqiyan re û li ser vexwendina wan hatibû vekirin.
Niha, hema ku nexşerêya Îraqê ya ji bo bidawîkirina terorê û komên çekdar bi cih were, Tirkiye jî dê bifikire ku hebûna xwe ya li wir qonax bi qonax kêm bike û bi dawî bîne. Serokkomarê me vîna xwe ya di vî warî de nîşan da. Înşelah piştî ku hebûna koma terorîst a li Şingalê bi dawî hat, bê guman em dê jî hinek pêngavan biavêjin.”



