Hewlêr (Rûdaw) - Sererkanên Tirkiye û Pakistanê li Riyada paytexta Erebistana Siûdî di çarçoveya Peymana Parastina Hevbeş a Mekeyê de li gel Sererkanê Erebistana Siûdî civiyan.
Li gorî daxuyaniya Sererkaniya Tirkiyeyê, di civînê de Sererkanê Tirkiyeyê Selçuk Bayraktaroglu, Fermandarê Hêzên Parastinê û Fermandarê Hêzên Bejahî yên Pakistanê Asim Munîr û Sererkanê Erebistana Siûdî Feyad bin Hemîd er-Ruweylî beşdar bûn.
Tirkiye, Erebistana Siûdî û Pakistanê 7ê Tebaxê li Mekeyê Peymana Parastina Hevbeş a Mekeyê îmze kiribû.
Li gorî daxuyaniya hevpar a her sê welatan, di peymanê de hat diyarkirin ku êrişeke çekdarî ya li ser yek ji van welatan dê wekî êrişa li ser her sê welatan were dîtin.
31ê Tebaxê li Stenbolê jî civîna yekem a Komîteya Stratejîk a Siyasî û Parastinê ya ku di çarçoveya vê peymanê de hatibû avakirin, hat lidarxistin.
Di civînê de Tirkiye, Pakistan û Erebistana Siûdî li ser avakirina sekreteriyeke daîmî ya li Erebistana Siûdî, hevkariya di pîşesaziya parastinê de û bipêşxistina şiyanên parastinê li hev kir.
Di civînê de her wiha navê fermî yê vê mekanîzmayê wekî “Hevpeymaniya Parastinê ya Mekeyê” hat diyarkirin.
Alozî û gefên Hûsiyan
Civîna li Riyadê di demekê de tê lidarxistin ku aloziya di navbera Erebistana Siûdî û Hûsiyan de zêde bûye.
Li gorî nûçeyên dawî, Hûsiyan li dijî Erebistana Siûdî êrişên bi dron û mûşekan zêde kirine.
Di heman demê de, yek ji berpirsên payebilind ên Hûsiyan Muhammed el-Buhaytî hişyarî dabû ku eger Tirkiye yan Pakistan ji bo Erebistana Siûdî piştgiriya leşkerî bike, ew dê bersivê bidin wan welatan.
Piştî van pêşhatan, çav li ser rola Tirkiye û Pakistanê ya di çarçoveya Peymana Parastina Hevbeş a Mekeyê de ne û tê meraqkirin bê ma dê her du welat di vê krîza herêmî de çi gavan biavêjin.



