Hewlêr (Rûdaw) - Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku Hêza Deryayî ya Amerîkayê li ser keştiya şer a USS Boxerê rahênanan dike û ev keştî li herêmê erkê sepandina dorpêça deryayî ya li ser Îranê didomîne.
Amerîka ji 14ê Tîrmehê ve dorpêça deryayî li ser benderên Îranê disepîne.
Li gorî amarên herî nû yên Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) wan heta 25ê Îlonê berê 122 keştiyên bazirganiyê guheriye da ku piştrast bin ji pêbendbûna wan a temam bi wê dorpêça ku li ser benderên Îranê hatiye ragihandin.
Amerîka û Îsraîlê 28ê Sibatê êrişî Îranê kir û Tehranê jî bi êrişa li ser welatên cîran bersiva wan da.
Her wiha Tehranê ji 2yê Adarê ve wekî stratejiyeke şer Tengava Hurmizê girt.
Roja destpêkirina vî şerî bermîleke petrolê bi 72,5 dolaran bû lê paşê wê gihîşt 120 dolarî.
Rayedarên Amerîkayê vekirina Tengava Hurmizê wekî şertekî sereke yê ji bo rakirina dorpêça li ser benderên Îranê dibînin.
Îran jî rakirina dorpêçê wekî şertê vekirina tengavê datîne.
Ev di demekê de ye ku Serokê Amerîkayê Donald Trump dibêje Tengava Hurmizê di bin kontrola hêzên wan de ye lê rayedarên Îranî jî tekez dikin ku tengav di bin kontrola welatê wan de ye.



