Hewlêr (Rûdaw) - Alîkarê Hevserokên Giştî yê DEM Partiyê Tayîp Temel li ser bingeha peyama dawî ya Abdullah Ocalan hişyariyeke tund da desthilata Îranê.
Di daxuyaniya ku ji aliyê Tayîp Temel ve li ser Xê hat belavkirin de, êrişên Îranê yên li Herêma Kurdistanê û cezayên bidarvekirinê bûn armanc.
Tayîp Temel peyama Abdullah Ocalan bi van gotinan gihand raya giştî:
"Serok Ocalan di peyama xwe ya dawî de wiha hişyarî dabû; heke Rejîma Îranê êrişên li Herêma Kurdistanê nerawestîne û siyaseta îdamê ango bidarvekirinê bi dawî neke, mafê Kurdan heye ku bi tevahî dijwar bersivê bidin rejîma Molla ya paşverû…."



