Hewlêr (Rûdaw) - Hat ragihandin ku AK Partî piştî vekirina Parlamentoya Tirkiyeyê ji bo ku Newroz bibe betlaneya fermî amadehiya pêşniyareke yasayî dike.
Eger ev pêşniyar bibe qanûn, dê ji 21ê Adara 2027an ve ji bo xwendekar, karker û karmendan bê bicihanîn û dema betlaneyên fermî dê derkeve 16 roj û nîvan.
Li gorî nûçeya rojnameya Sozcuyê, li ser fermana ku Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan sala borî dabû rayedarên partiya xwe, xebatên binesaziya hiqûqî temam bûne.
Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê Kurşad Zorlu Nîsana borî ragihandibû ku xebat gihîştine qonaxa dawî.
Tê çaverêkirin ku ev pêşniyara qanûnê meha Çiriya Pêşîn bi vekirina serdema nû ya yasadanînê ya Parlamentoya Tirkiyeyê re pêşkêşî parlamenteran were kirin û di nav xalên yekem ên serdema nû de cih bigire.
Li gorî qanûnên heyî li Tirkiyeyê Sersal, 23yê Nîsanê, 1ê Gulanê, 19ê Gulanê, 15ê Tîrmehê, 30yê Tebaxê û rojek û nîv a 29ê Çiriya Pêşîn a Cejna Komarê wekî betlaneyên fermî yên bi demên neguher tên qebûlkirin.
Dema ku 3 roj û nîvên Cejna Remezanê û 4 roj û nîvên Cejna Qurbanê li van rojan zêde dibin, dema betlaneyên fermî bi giştî dibe 15 roj û nîv.
Bi pesendkirina parlamentoyê re dê 21ê Adarê wekî roja 10emîn a betlaneya fermî bikeve nav qanûnan û dema giştî ya betlaneyan dê bibe 16 roj û nîv.
Tê plankirin ku ev hewldana nû ya ku rasterast bi milyonan karmend, karker û xwendekaran eleqedar dike cara yekem 21ê Adara 2027an bikeve meriyetê.



.jpg&w=3840&q=75)