Hewlêr (Rûdaw)
- Wezîrê Karên Navxwe yê
Îranê Skender Mûminî diyar kir ku divê Tirkiye, Îran, Îraq û Sûriye ji bo
çareseriyeke mayînde bi hev re tevbigerin û got, "PKK, PJAK û hemû baskên
wan divê dawî li hebûna xwe bînin û çekên xwe deynin."
Wezîrê Karên
Navxwe yê Tirkiyeyê Mustafa Çîftçî û Wezîrê Karên Navxwe yê Îranê Skender
Mûminî li Enqereyê civiyan.
Mûminî: Çar
welat divê mil bidin hev
Wezîrê Karên
Navxwe yê Îranê Skender Mûminî bal kişand ser pêwendiyên Tirkiye û Îranê û “girîngiya
hevkariya di warê ewlehiyê de.”
Mûminî li ser
pêvajoya çareseriya siyasî ya di navbera PKK û Tirkiyeyê de nirxandin kirin û
anî zimên ku ew piştgiriyê didin vê pêvajoyê.
Skender Mûminî da
zanîn ku ji bo çareseriyeke mayînde divê Tirkiye, Îraq, Îran û Sûriye bi hev re
gavên hevpar biavêjin û got:
"Ez we ji
ber pêkanîna çareseriya siyasî ya bi PKKyê re pîroz dikim. Em piştgiriyê
didinê.
Divê Tirkiye,
Îraq, Îran û Sûriye wekî çar welatan ji bo çareseriyeke bingehîn mil bidin hev.
Heta ku çek neyên
danîn aştî nabe. Divê PKK, PJAK û hemû baskên wan dawî li hebûna xwe bînin û
çekên xwe deynin."
Wezîrê Karên
Navxwe yê Tirkiyeyê Mustafa Çîftçî jî li ser qonaxa dawî ya pêvajoya çareseriyê
axivî.
Çîftçî da zanîn
ku ew piştî fesix û çekdanîna PKKyê pêvajoya “tesfiyekirina baskên wê yên li
navçe û herêmên cuda” dişopînin.
Mustafa Çîftçî
destnîşan kir ku “tesfiyekirina PKKyê ya li Sûriye û Îraqê ji bo aramiya herêmê
gelekî girîng e” û divê baskê rêxistinê yê li Îranê (PJAK) jî bikeve nav vê
pêvajoyê.


