Hewlêr (Rûdaw) - Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Doganê, li dijî astengkirina hesabên Xê yên rojnameger, nivîskar, parêzvanên mafan û Akademîsyenên Aştiyê bertek nîşan da.
Ayşegul Doganê diyar kir ku rûdanên dawî "Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk" lawaz dikin û got, "Mirov dikare tenê bi xurtkirina demokrasiyê piştgiriyê bide pêvajoyê."
"Têkbirina pêvajoya aştiyê ye"
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Doganê, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî li ser rûdanên dawî û astengkirina hesabên Xê daxuyaniyek belav kir.
Ayşegul Doganê destnîşan kir ku rewşa siyasî û civakî ya welêt, ji bo "Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk" cihê metirsiyê ye.
Wê da zanîn ku dema beşên cuda yên civakê dibin armanca êrişan û dabeşbûn kûr dibe, baweriya gel a bi gotinên aştiyê jî namîne.
Ayşegul Doganê di peyama xwe de got, "Eger mirovek ji dûr ve jî li bûyerên van rojên dawî yên li welêt binêre, dê bi hêsanî bibîne ku ev yek ji bo têkbirina Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk e."
"Mirov çawa dikare ji aştiyê bawer bike?"
Ayşegul Doganê bal kişand ser kûrbûna cudakariya civakî û got:
"Dema her roj beşeke civakê dibe armanc, rastî êrişan tê û dabeşbûn ew qasî kûr dibe, gelo mirov çawa dikare ji aştiyê bawer bike û xelkê jî bide bawerkirin?"
Wê diyar kir ku piştgiriya civakî ya ji bo pêvajoya aştiyê, tenê bi berfirehkirina qada demokratîk dikare pêk bê û wiha got, "Piştgirîkirina pêvajoyê, tenê bi xurtbûna demokrasiyê pêkan e."
"Bêdeng namînin"
Berdevka DEM Partiyê, girtina hesabên Xê yên parêzvanên mafan, rojnameger, nivîskar û Akademîsyenên Aştiyê bi tundî rexne kir.
Ayşegul Doganê diyar kir ku biryarên bi vî rengî rasterast destwerdana azadiya derbirîn û rêxistinbûnê ne û got:
"Di demekê de ku em qala aştî û demokrasiyê dikin, girtina hesabên Xê yên parêzvanên mafan, rojnameger, nivîskar û Akademîsyenên Aştiyê qet nayê qebûlkirin.
Astengkirina hesabên medyaya civakî, destwerdaneke giran e li dijî azadiya derbirîn û rêxistinbûnê."
Ayşegul Doganê di dawiya peyama xwe de jî ev tişt anîn zimên:
"Parêzvanên mafê jiyanê, rojnameger, nivîskar û Akademîsyenên Aştiyê bêdeng namînin! Ewlehiya me hemûyan, tenê bi serdestiya hiqûqê, demokrasî û azadiyan pêk tê."


