Hewlêr (Rûdaw)
- Berdevka DEM Partiyê
Ayşegul Doganê bertek nîşanî astengkirina hesabên Xê yên rojnameger, nivîskar,
parêzvanên mafan û Akademîsyenên Aştiyê da û pirsî: “Di rewşeke wiha de mirov
çawa dikare ji aştiyê bawer bike?”
Ayşegul Doganê diyar
kir ku bûyerên dawî "Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk" lawaz dikin û
got:
"Mirov
dikare tenê bi xurtkirina demokrasiyê piştgiriyê bide pêvajoyê."
Berdevka DEM
Partiyê Ayşegul Doganê li ser hesabê xwe yê Xê bertek nîşanî astengkirina
hesabên Xê yên rojnameger, nivîskar, parêzvanên mafan û Akademîsyenên Aştiyê da.
Doganê destnîşan
kir ku rewşa siyasî û civakî ya welêt, ji bo "Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk"
cihê metirsiyê ye.
Wê da zanîn ku
gava beşên cuda yên civakê dibin armanca êrişan û dabeşbûn kûr dibe û baweriya gel
bi gotinên aştiyê jî namîne û got:
"Eger
mirovek ji dûr ve jî li bûyerên van rojên dawî yên li welêt binêre, dê bi
hêsanî bibîne ku ev yek ji bo têkbirina Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk
e."
“Gelo mirov
çawa dikare ji aştiyê bawer bike?”
Doganê bal kişand
ser kûrbûna cudakariya civakî û ev pirs kir: "Gava her roj beşeke civakê
dibe armanc, rastî êrişan tê û dabeşbûn hew qasî kûr dibe, gelo mirov çawa dikare
ji aştiyê bawer bike û xelkê jî bide bawerkirin?"
Ayşegulê diyar
kir ku piştevaniya civakî ya ji bo pêvajoya aştiyê, tenê bi berfirehkirina qada
demokratîk dikare pêk bê û got: "Piştgirîkirina pêvajoyê, tenê bi xurtbûna
demokrasiyê pêkan e."
Berdevka DEM
Partiyê girtina hesabên Xê yên parêzvanên mafan, rojnameger, nivîskar û
Akademîsyenên Aştiyê jî bi tundî rexne kir.
"Nayê qebûlkirin"
Wê diyar kir ku
biryarên bi vî rengî rasterast destewerdana li azadiya derbirînê û rêxistinbûnê
ne û wiha axivî:
"Di atmosfereke
ku em qala aştî û demokrasiyê dikin de girtina hesabên Xê yên parêzvanên mafan,
rojnameger, nivîskar û Akademîsyenên Aştiyê qet nayê qebûlkirin.
Astengkirina
hesabên medyaya civakî, li dijî azadiya derbirînê û rêxistinbûnê destwerdaneke
giran e."
Berdevka DEM
Partiyê di dawiya peyama xwe de got: "Parêzvanên mafê jiyanê, rojnameger,
nivîskar û Akademîsyenên Aştiyê bê deng namînin! Ewlehiya me hemûyan, tenê bi
serdestiya hiqûqê, demokrasî û azadiyan pêk tê."



