Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Stenbolê di navbera 16 û 20ê Îlona 2026an de "Festîvala Berhemên Xwemalî û Cerga Amedê" tê lidarxistin.
Di vê çalakiyê de dê bi tonan berhem û xwarinên navdar ên Amedê belaş li beşdaran bên belavkirin.
Armanc danasîna çanda Amedê ye
Festîval ji aliyê Komeleya Gundên Çermûg û Çingûşê ya navçeya Esenlerê ya Stenbolê ve tê organîzekirin.
Armanca vê festîvalê nasandina çand, xwarin û berhemên Amedê ye.
Festîval dê di navbera 16 û 20ê Îlona 2026an de li "Baxçeyê Milet ê 15ê Tîrmehê" yê li navçeya Esenlerê were lidarxistin.
Tonek bîber û tonek ava firingiyan
Li gorî bernameya festîvalê, dê tonek bîbera Çermûgê û tonek ava firingiyan a Çingûşê li beşdaran belaş were belavkirin.
Ev her du berhem jî xwediyê nîşaneya cografî ya fermî ne.
Her wiha welatiyên ku qadê ziyaret bikin dê derfetê bibînin ku kebaba kezebê (cerg) ya navdar a Amedê û berhemên din ên xwemalî tam bikin.
Konserên belaş
Di nava bernameya çandî ya festîvalê de dê konser jî hebin.
Hunermend Abdurrahman Onul û çend hunermendên herêmî yên Amedê dê konserên belaş pêşkêşî amadebûyan bikin.
Banga beşdarbûnê
Berdevkê Komîteya Festîvalê Hidayet Denîz ji bo beşdarbûnê bangî hemû xelkê Stenbolê kir û got:
"Em hemû kesên ku dixwazin çand û tamên qedîm ên Amedê nas bikin vedixwînin vê hevdîtina mezin."



