Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê DEM Partiyê yê Agiriyê Sirri Sakik, bertek nîşanî peyamên nijadperest ên li ser medyaya civakî yên piştî wefata Hevserokê Şaredariya Agiriyê Mehmet Akkuş da û got, “Mirov nikare qala aştiya civakî bike.”
Sakik her wiha got, "Divê li hemberî sûcên nefretê yasa û cezayên bibandor bên bicihkirin."
Parlamenterê DEM Partiyê yê Agiriyê Sirri Sakik li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek da.
Wî diyar kir ku gotinên nijadperest û nefretê yên li hemberî Kurdan her ku diçe asayî dibin.
"Nijadperestî û zimanê nefretê asayî dibin"
Sakik ji bo derxistina yasayên bibandor ên li dijî sûcên nefretê bangî rayedaran kir û got:
"Her roj di hemû qadên medyayê de nijadperestî û zimanê nefretê yên li hemberî gelê Kurd hinekî din asayî dibin."
Sakik da zanîn ku heqaretên li zarokên Kurdan, nirxên gelê Kurd û kesên canê xwe ji dest daye bi rehetî li ser medyaya civakî tên belavkirin û wiha domand:
"Xelk di rexneyeke siyasî ya herî biçûk de bi kelepçeyên ji paş ve tê desteserkirin. Lê belê heqaret û zimanê nefretê yên li hemberî zarokên Kurdan, nirx û miriyên gelê Kurd her roj û her xulekê bi awayekî serbest tên belavkirin."
"Mesele ne tenê çend peyamên medyaya civakî ne"
Sakik bal kişand ser peyamên li ser Mehmet Akkuş jî û wiha pê de çû:
"Divê mirov vê yekê bipirse: Ev peyamên nizim ên li dijî Hevserokê Şaredariya Agiriyê Mehmet Akkuşê delal ê ku me nû spartiye axê, eger li dijî endamekî desthilatê bihatana parvekirin, ma îro qiyamet ranebûya?"
Sakik destnîşan kir ku ev rûdan ne tenê ji çend peyamên medyaya civakî pêk tên û got:
"Demeke dirêj e li ser nijadperestî û nefretê provokasyoneke giran a civakî tê meşandin."
Wî diyar kir ku erkê dewletê ew e ku rê li ber van provokasyonan bigire da ku nebin sedema şerekî mezin ê civakî.
"Mirov nikare qala aştiya civakî bike"
Sirri Sakik bal kişand ser girîngiya bicihkirina yasa û cezayên bibandor ên li dijî sûcên nefretê û got:
"Li welatekî ku heqaretên li hemberî mirî, zarok, nasname û nirxên Kurdan 'asayî' tên dîtin, mirov nikare qala aştiya civakî bike."
Wî xwest ku divê di vî warî de gavên hiqûqî bên avêtin.
Sakik her wiha da zanîn ku wan li giliyê wî hesabê medyaya civakî kiriye û got, "Me li ser vî hesabî giliyê sûc kir û em dê bişopînin."
.jpg&w=3840&q=75)


