Hewlêr (Rûdaw) - Meclisa Partiyê ya DEM Partiyê piştî Kongreya 5an a Asayî civîna xwe ya yekem pêk anî û endamên Desteya Birêvebir a Navendê diyar kir.
Civîna Meclisa Partiyê ya DEM Partiyê bi serokatiya Hevserokên Giştî Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan hat lidarxistin.
Ev civîn li Navenda Giştî ya DEM Partiyê ya li Enqereyê hat lidarxistin.
Piştî civînê, Komîsyona Çapemeniyê ya DEM Partiyê daxuyaniyek da.
Komîsyonê eşkere kir ku endamên nû yên Desteya Birêvebir a Navendê hatine diyarkirin.
Li gorî daxuyaniyê navên endamên nû yên Desteya Birêvebir a Navendê bi vî rengî ne:
Canan Çalagan, Cemîle Turhalli, Derya Arslan, Ebru Gunay, Elîf Bulut, Elîf Çoban, Emîn Orhan, Emîralî Turkmen, Hakki Saruhan Oluç, Hatîce Betul Çelebî, Îbrahîm Akin, Îlknur Bîrol, Mahfuz Guleryuz, Mehmet Ruştu Tîryakî, Muhsîn Dalfîdan, Murad Mihçi, Ozlem Gunduz, Ozturk Turdogan, Serhat Eren, Sevtap Akdag Karahali, Tayîp Temel, Umut Vedat Acar û Yuksel Mutlu.
DEM Partiyê roja yekşema borî Kongreya xwe ya 5an a Asayî li dar xistibû.

.jpg&w=3840&q=75)

