Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Save the Children a Tirkiyeyê ragihand ku li Semsûr û Hatayê zarok ji perwerdeyê dûr dikevin.
Saziya Save the Children a Tirkiyeyê li Stenbol, Hatay û Semsûrê du lêkolîn kirin.
Lêkolîna yekem li parêzgeha Hatayê ya Tirkiyeyê û li parêzgeha Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê hatiye kirin ku gelek rastiyan derdixe holê.
Li gorî lêkolînê, ji bo hinek zarok û malbatan astengiyên li pêşiya perwerdeyê hîn jî didomin.
Lêkolînan destnîşan kir ku dûrketina zarokan a ji perwerdeyê bi piranî ne tenê ji ber sedemekê ye.
Sedemên wekî zehmetiyên aborî, pirsgirêkên çûn û hatinê û paşketina di fêrbûnê de derdikevin pêş.
Her wiha pirsgirêkên psîkososyal, zordestî, karkeriya çandiniyê ya demsalî û cihêkariya civakê jî bi demê re têkiliya zarokan a bi dibistanê re qels dikin.
Zehmetiyên aborî di rêza yekem de ne
Di nav astengiyên aborî de lêçûnên dibistanê dibin sedema herî mezin a pirsgirêkê.
Li gorî encamên lêkolînê, bi taybetî zarokên 14-17 salî ji bo terkkirina dibistanê di bin metirsiyeke zêdetir de ne.
Hestê ewlehiyê û dibistan
Lêkolîna duyem bi navê "Lêkolîna Dibistanên Biewle, Giştgîr û Xweragir" hat kirin.
Ev xebat li çar dibistanên dewletê yên li navçeyên Sultanbeylî û Avcilar ên Stenbolê hat kirin.
Encam nîşan didin ku ji bo zarok xwe li dibistanê di nav ewlehiyê de hîs bikin, şertên fîzîkî tenê ne bes in.
Têkiliyên civakî û hestê xwegirêdanê (aidiyetê) jî ji bo zarokan gelekî diyarker in.
Serpêhatiyên zarok, dê û bav û mamosteyan derdixin holê ku têkiliyên civakî jî bandorê li hestên ewlehiyê dike.
Zordestî, cihêkarî, têkiliyên hevaltiyê û nêzîkatiya mezinan a li hemberî pirsgirêkên zarokan hêmanên sereke yên jîngeheke ewle ne.
Lêkolîn balê dikişîne ser wê yekê ku zordestî dikare bandorê li hestê xwedîtiyê yê zarokan bike û têkiliya wan a bi perwerdeyê re xera bike.
Divê derfetên alîkariyê asan bibin
Li gorî lêkolînan pêwîst e ew metirsiyên ku zarokan ji dibistanê dûr dixin zû werin tespîtkirin.
Divê zarok û malbat ji bo xizmetên guncaw werin arastekirin.
Her wiha asankirina derfetên alîkariyê ji bo malbatên ku di mijara çûn û hatinê de zehmetiyan dikişînin gelekî girîng e.
"Tenê vegera li dibistanê ne bes e"
Dîrektora Save the Children a Tirkiyeyê Berna Korogluyê li ser encamên van lêkolînan axivî û got:
“Dema serdema nû ya perwerdeyê dest pê dike, ji bo me gelekî girîng e ku zarok vegerin dibistanên xwe.
Lê vegera li dibistanê tenê gava yekem a mafê perwerdeyê ye. Her wiha girîng e ku zarok karibin têkiliya xwe ya bi dibistanê re biparêzin, fêrbûnê bidomînin û dema pêwîst be xwe bigihînin piştgiriya guncaw."
Berna Korogluyê diyar kir ku ji bo vê yekê pêwîstî bi wan jîngehên dibistanan heye ku pêdiviyên zarokan zû werin tespîtkirin û guh bidin nêrînên wan.
"Pêwîstî bi xurtkirina hevkariyê heye"
Pispora Perwerde û Piştgiriya Psîkososyal a Save the Children a Tirkiyeyê Yeşîm Hanci Kayayê jî encamên lêkolînan nirxandin û got:
“Zehmetiyên aborî, pirsgirêkên çûn û hatinê û paşketina fêrbûnê bi demê re digihîjin hev. Ev yek jî metirsiya dûrketina ji perwerdeyê zêdetir dike."
Kayayê destnîşan kir ku zûpêhesîna metirsiyan, nirxandina pêdiviyan û xurtkirina hevkariya di navbera saziyan de gelekî girîng e.
Wê di dawiyê de bal kişand ser mafê axaftinê yê zarokan û got, "Dema jîngeheke ewle ya dibistanê tê avakirin, divê derfet bê dayîn ku zarok nêrînên xwe bînin ziman û guh li wan nêrînan bê girtin."

.jpg&w=3840&q=75)

