Hewlêr (Rûdaw) - Kongreya 15an a MHPyê li ser asta bajaran tê lidarxistin û pêvajoya çareseriyê kiriye yek ji mijarên sereke yên kongreyê.
MHP amadehiyên Kongreya xwe ya 15an dike û ji bo wê jî kongreyên xwe yên rêxistinên bajaran yek bi yek li dar dixe.
Di kongreyan de jî mijara pêvajoya çareseriyê yek ji mijarên sereke ye.
Her wiha MHP balê dikişîne ser rola serokê xwe Devlet Bahçelî ya di destpêkirina wê pêvajoyê de.
MHP bi biryardarî piştgiriyê dide hemû hewldanên gihîştina armanca pêvajoya çareseriyê û dide zanîn ku mesele ne tenê pirsgirêkeke ewlehiyê ye û gelek aliyên wê yên din jî hene.
"Mesele ne tenê ewlehî ye"
MHP ji çarçoveyeke berfirehtir li pêvajoya çareseriyê dinêre û mijarê tenê wekî pirsgirêkeke ewlehiyê nabîne.
Alîkarê Serokê Giştî yê MHPyê Ahmet Selîm Yurdakul li ser mijarê got:
"Eger îro qala Tirkiyeya Bêteror tê kirin, Birêz Devlet Bahçelî ew kes bû ku deriyê siyasî ji vê pêvajoyê re vekir.
Em van rastiyan bi awayekî zelal, bêyî berovajîkirinê û bi zimanekî sade û fêmbar ji gelê xwe re vedibêjin."
Bingeha pêvajoyê
Parlamentera MHPyê Pelîn Yilikê jî got, “Tirkiyeyeke bihêz, tê wateya aboriyeke bihêz, pîşesaziya parastinê ya bihêz, dîplomasiyeke bihêz û berhemanîna bihêz.
Di bingeha van hemûyan de jî ew têkiliya xurt heye ku di navbera dewlet û gelê me de ye."
Endamê Desteya Birêvebir a Navendî ya MHPyê Hayrî Bulut jî ev tişt anîn zimên:
"Armanca Tirkiyeya Bêteror vîna hevpar a gelê me û biratiya me zêdetir bihêz dike û rê li ber wê yekê vedike ku welatê me di nav aştî û aramiyê de ber bi paşerojê ve gavan biavêje."
Çawa dest pê kir?
Pêvajoya çareseriyê ya li Tirkiyeyê, 1ê Çiriya Pêşîn a 2024an bi silavkirin û destdayîna Devlet Bahçelî ya bi parlamenterên DEM Partiyê re dest pê kir.
Piştre jî Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ji bo serxistina pêvajoyê bi her awayî piştgiriya xwe nîşan da.



