Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Îsraîlê îro zeviyên çandiniyê yên li gundewarê Quneytrayê topbaran kirin.
Li gorî çavkaniyên xwecihî, ev êriş li rojavayê gundê Semedaniya Rojavayê yê li naverasta Quneytrayê pêk hat.
Di encama topbaranê de 2 serî pezên cotkarekî bi navê Hisên Fehsî telef bûn.
Ew cotkar di dema êrişê de li wê derê mijûlî çêrandina pezê xwe bûye.
Balafirên şer firiyan
Hevdem bi topbarana Îsraîlê re, balafirên şer li asmanê parêzgeha Quneyterayê firiyan.
Ev dever li başûrê rojavayê Sûriyeyê û li ser sînorê Colanê ye.
Doh jî êriş pêk hatin
Ev topbarana Îsraîlê wekî berdewamiya operasyonên doh şemiyê ye.
Doh derdora bajarokê Rifêdê yê li başûrê parêzgeha Quneytrayê ji nav Colanê ve bi çend topan hatibû hedefgirtin.
Li aliyê din, hêzên Îsraîlê bi topên giran girê Bat Werdeyê yê li derdora bajarokê Beyt Cinê topbaran kir.
Bajarokê Beyt Cinê li gundewarê rojavayê Şamê ye.
Hat destnîşankirin ku di encama vê êrişa dawî de ti zerer negihîşt wê derê.



.webp&w=3840&q=75)