Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ragihand ku dawiya desthilata Îranê nêzîk e.
Wî her wiha anî zimên ku Îran xwe ji êrişkirina ser Îsraîlê dûr digire.
Li gorî daxuyaniya Serokwezîrtiya Îsraîlê, Netanyahu beriya civîna kabîneyê axiviye.
Netanyahu di axaftina xwe de destnîşan kiriye ku Îran xwe ji êrişkirina ser Îsraîlê diparêze.
"Dê derbeyeke ku nikare xeyal jî bike bixwe"
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu gef li Îranê war û got, "Îran êrişî me nake. Îran xwe ji vê yekê dûr digire û sedema vê jî dizane.
Eger Îran êrişî Îsraîlê bike ew dê derbeyeke pir giran bixwe. Bê guman dikare xeletiyekê bike û dîsa jî bikeve wê xeletiya ku êrişî me bike.
Wê demê ew dê derbeyeke ku nikare xeyal jî bike bixwe."
Netanyahu her anî ziman ku dawiya desthilata li Îranê nêzîk e.
Şerê di navbera Amerîka û Îranê de
Amerîka û Îsraîlê 28ê Sibata 2026an dest bi êrişên asmanî yên li dijî Îranê kiribû.
Piştî 40 rojî di navbera Amerîka û Îranê de agirbest çêbûbû.
Lê piştî demekê ev agirbest têk çûbû.
Vê carê şer tenê di navbera Amerîka û Îranê de heye.


.webp&w=3840&q=75)
