Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan tekezî li ser serxistina pêvajoya çareseriyê jî kir û got, "Bila gumana kesî nebe, em garantiya vê pêvajoyê ne."
Bakirhan ragihand ku wan ji îro ve "Tevgera Komara Demokratîk" daye destpêkirin.
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, îro li Enqereyê di kongreya 5emîn a partiya xwe de axivî.
Bakirhan li ser pêvajoya çareseriyê û bipêşketinên dawî nirxandinên girîng kirin.
Bakirhan bal kişand ser zext û neheqiyên ku salên borî li dijî partiya wan hatine kirin.
Wî destnîşan kir ku tevî her tiştî jî wan li ser rêya siyaseta demokratîk berdewam kiriye.
"Em ne di asta armanca xwe de ne"
Tuncer Bakirhan di warê kêmasiyên siyasî de rexne li partiya xwe girtin û got:
"DEM Partî navnîşana demokrasiyê û şaredariya şefaf e lê em ne di wê astê de ne ku me armanc dikir.
Em dikaribûn di warê perwerdekirina kadroyên xwe û kişandina nifşên nû ya ji bo nava siyasetê de gavên berbiçavtir biavêjin.
Me di warê têkoşîna kedê ya li dijî krîza aborî û parastina jîngehê de jî kêmasî hiştin.
Her wiha di mijara civakîkirina pêvajoya aştiyê de jî hinek xalên me yên kêm hene û em dê wan temam bikin."
"Pêwîstî bi lihevkirineke nû ya civakî heye"
Hevserokê DEM Partiyê ragihand ku sedsala yekem a Komara Tirkiyeyê, berevajî îdiayên dema avakirinê, bi krîzan derbas bûye û anî zimên:
“Carinan Kemalîstan, carinan Îslamîstan û carinan jî neteweperestan hewl da 'pîneyan' li vî welatî bikin lê ew kirasê teng li bejna civakê nehat.
Me di nava vê sedsalê de hevdû gelekî westand. Êdî dema wê hatiye ku em 'Tevgera Komara Demokratîk' ava bikin ku her kesî hembêz dike. Pêwîstî bi lihevkirineke nû ya civakî heye.”
"Ev sedsal dê bibe sedsala Kurdan"
Bakirhan amaje bi pêvajoya nû ya çareseriyê kir û got:
"Eger pêvajo bi ser bikeve, bi rastî ev sedsal dê bibe sedsala Tirkiyeyê. Lê dê bibe sedsala Kurdan, Elewiyan, bindestan û kedkaran.
Em amade ne li ser bingeha wekhevî û hiqûqê gavan ber bi 'Sedsala Tirkiyeyê ya Demokratîk' ve bavêjin.
Eger her kes tirs û pêşdaraziyên xwe bide aliyekî, em dê ne tenê sedsalekê, em dê hezar salî rizgar bikin."
"Em amade ne Tirkiyeyê bi rê ve bibin"
Tuncer Bakirhan bi zelalî daxwaza desthilatdariyê û birêvebirina Tirkiyeyê kir û pê de çû:
"Em ji sibe ve ji bo birêvebirina Tirkiyeyê kadro û vîzyonekê ava dikin.
Em amade ne aborî, hiqûq, polîtîkayên derve, perwerde û tenduristiyê sererast bikin
Em dê pergaleke aborî ya dadmend ava bikin ku tê de nanê milet mezin bibe û îsraf bi dawî bibe.
Em dê hiqûqê ji bin siya siyasetê derxin da ku her kes li pêşberî dadgehan wekhev be.
Em dê di polîtîkaya derve de jî li her derê piştgiriyê bidin aştiyê û gelê Filîstînê biparêzin."
"Em garantiya vê pêvajoyê ne"
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê di dawiya axaftina xwe de tekezî li ser serxistina pêvajoyê kir û wiha axivî:
"Bila gumana kesî nebe, em garantiya vê pêvajoyê ne. Her kî dibe bila bibe, yê ku pêvajoyê asteng bike dê berî her kesî me li pêşberî xwe bibîne.
Kulmên me ne girtî ne, destên me vekirî ne. Em rasterast diaxivin û ajandayeke me ya veşartî nîne. Tenê ajandayeke me heye, ew jî Tirkiyeyeke demokratîk e.
Tenê ajandayeke me heye, ew jî aştî û civakeke demokratîk e. Em bawer dikin ku ev pêvajo dê me hemûyan û 86 milyonî bi temamî xurt bike.
Bila dost û dijmin bizanibin ku li cîhanê, li Rojhilata Navîn û li Tirkiyeyê serdemeke nû dest pê dike û em ji bo vê serdemê amade ne.
Çawa ku em xwe ji Amedê berpirsiyar dibînin, em dê bi heman awayî xwe ji Enqereyê û Stenbolê jî berpirsiyar bibînin."
.webp&w=3840&q=75)


