Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Netewperest (MHP) Devlet Bahçelî ragihand ku pêvajoyê çareseriyê lihevkirina civakê bihêz dike.
Bahçejî li her wiha wî hêvî nedikir ku “Yasaya Bihêzakirina Piştgiriya Neteweyî û Yekbûna Civakî" bi 467 dengî li Parlamentoyê derbas bibe.
Wî got ku ev asta qebûlkirinê bûye sedema xurtkirina hevgirtin û lihevkirina civakî.
Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî beşdarî bernameyeke HaberTurkê û pirsên li ser pêvajoya çareseriyê û mijarên di rojevê de besivandin.
Bahçelî xebatên Komîsyona ku li Parlamentoyê hatibû avakirin nirxandin.
Wî destnîşan kir ku lihevkirina di nava Komîsyonê de bandoreke rasterast li ser pesendkirina yasayê ya bi dengekî bilind kiriye û got:
“Bi rastî min bi xwe jî 467 deng çaverê nedikir. Lê ev asta qebûlkirinê bû sedema berfirehbûna lihevkirina civakê û xurtkirina hevgirtinê. Ev xaleke wisa ye ku pêvajoyê gelekî xurt dike."
"Pêvajo didome"
Devlet Bahçelî diyar kir ku vê lihevkirina li Parlamentoya Tirkiyeyê li qadan jî rengvedanên xwe dîtine.
Wî da zanîn ku rêxistinên partiya wan bi xelkê re di nava pêwendiyê de ne.
Piştî destpêkirina pêvajoyê, serdanên serokeşîr, rûspî û beşên cuda yên civakê yên ji bo MHPyê zêdetir bûne.
Bahçelî ev rewş wekî "yekbûneke mezin" pênase kir û got ku ev pêvajo hîn jî didome.
Çîroka silavdayînê ya 1ê Çiriya Pêşîn a ji bo DEM Partiyê
Serokê MHPyê li ser destpêka pêvajoyê û silavdayîna roja 1ê Çiriya Pêşîn a 2024an a li Parlamentoyê ya ji bo rêzên DEM Partiyê agahiyên nû parve kirin.
Bahçelî bi bîr xist ku piştî banga Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan a ji bo hevkariya desthilat û mixalefetê, ew wekî parlamenterên Hevpeymaniya Cumhur rabûne ser pêyan û paşê ew ber bi rêzên DEM Partiyê ve çûye û wiha domand:
“Taziyeya wan hebû, min ew bi cih anî û di wê navberê de silavdayîn pêk hat. Ew bi xwe jî matmayî man û helbet di nava raya giştî de jî bala her kesî kişand."
Bahçelî diyar kir ku piştî vê pêngavê wî 22yê Çiriya Peşîn bangî PKKyê kir ku çekan deyne û xwe fesix bike û bi vê yekê re pêvajo bileztir bû û got:
"Şande çûn Îmraliyê, pêwendiyên cuda çêbûn û hinek kes hatin cem me. Wan axaftinên ku wê demê dest pê kir, pêvajo gihand xaleke berhemdar."
Rexne li rapirsiyên li ser Amedsporê
Serokê MHPyê careke din rexne li şirketên lêkolîn û rapirsiyan girt.
Wî destnîşan kir ku divê xebatên li ser raya giştî bi yasayeke taybet werin birêkxistin da ku zanyariyên rast bigihîjin xelkê.
Her wiha wî bertek nîşanî lêkolîna li ser Amedsporê da.
Wî ragihand ku ew li dijî wê yekê ne ku werziş bibe parçeyekî nîqaşên nasnameyê û got:
“Sînordarkirina werzişê ya bi nasnameyê ve, heqaretke mezin e li hemberî kedkarên werzişê. Nêrîna siyasî, koka etnîkî û mezheb çi dibe bila bibe, werziş çalakiyeke wisa ye ku divê her kesî hembêz bike û yekîtiyê ava bike."
Peymana Mekeyê û Destûra Nû
Serokê MHPyê "Peymana Parastinê ya Mekeyê" ya di navbera Tirkiye, Pakistan û Erebistana Siûdî de wekî pêngaveke "gelekî saxlem û girîng" pênase kir.
Wî got ku eger welatên din jî tevlî bibin dê girîngiya wê ya stratejîk zêdetir bibe û li ser pergala birêvebiriyê û destûra nû jî got:
"Ji bo domandina saxlem a pergalê, pêwîstî bi destûreke nû heye. Divê di vê pêvajoyê de saziyên sivîl, rewşenbîr û akademîsyen jî cih bigirin.
Bi vî awayî sererastkirinên di Yasaya Hilbijartinê û Yasaya Partiyên Siyasî de dê bi destûra nû re di nava hevahengiyê de bin."



.webp&w=3840&q=75)