Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê ragihand ku hêzên wan bilindahiyeke stratejîk li başûrê Libnanê bi dest xistiye.
Ev yek ji aliyê Îsraîlê ve wekî gavekê ji bo aramkirina "herêma ewlehiyê" ya li nav axa Libnanê hat binavkirin.
Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Israel Katz di daxuyaniyekê de qala bipêşveçûnên dawî kir.
Israel Katz diyar kir ku kontrolkirina çiyayên Elî Tahirê tê wateya bidawîhatina qonaxa sepandina desthilatê ya li " herêma ewlehiyê" ya li başûrê Libnanê.
Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê diyar kir ku Hizbulahê ev bilindahiya stratejîk ji bo êrişa li armancên Îsraîlê bi kar aniye.
Israel Katz da zanîn ku Hizbulahê li wir toreke berfireh a tunelan çêkiriye ku navenda fermandariyê tê de bûye û got, "Artêşa Îsraîlê niha hewl dide tunelan ji holê rake."
Wî da zanîn ku ew bi awayekî taktîk li ser bilindahiyê bi cih dibin da ku rê li ber vegera dijmin bigire.
Siyaseteke zelal
Katz destnîşan kir ku ew û Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu li hemberî Libnanê siyaseteke "zelal û bêveger" dimeşînin û anî ziman:
"Îsraîl ji herêma ewlehiyê ya li Libnanê venakişe heta ku Hizbulah li seranserî Libnanê neyê bêçekkirin."
Her wiha wî tekez kir ku divê gefên li ser şêniyên herêma Celîlê werin rakirin.
Bilindahiya Elî Tahirê 600 metreyan ji asta deryayê bilind e û xwedî girîngiyeke mezin a jeopolîtîk û leşkerî ye.
Ew li ser herêmeke berfireh a başûrê Libnanê serdest e.
Îsraîlê berê di dema kontrolkirina başûrê Libnanê de, 22 salan ev bilindahî kontrol kiribû û sala 2000î jê vekişiyabû.
Nakokiya di navbera Îsraîl û Hizbulahê de ji meha Adarê ve û piştî destpêkirina şerê li Îranê tundtir bûye.
Li gorî amarên rayedarên Libnanê, heta niha zêdetirî 4 hezar û 300 kesan li Libnanê hatine kuştin.
Her çend meha Hezîranê çarçoveyek ji bo peymanê hebû jî lê bicihanîna peymanê rastî astengiyan hatiye.
Sedema vê yekê jî berdewamiya êrişan û nêzîkbûna hilbijartinên Îsraîlê yên 27ê Çiriya Pêşîn e.



