Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu got, “Ez naxwazim Tirkiye were başûrê Sûriyeyê.”
Benjamin Netanyahu pirsa li ser “egera şerekî bi Tirkiyeyê re” rasterast di televîzyona Îsraîlê de bersivand.
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu di hevpeyvîna xwe ya bi televîzyona Îsraîlê re li ser polîtîkayên herêmî yên Tel Evîvê daxuyanî dan.
Netanyahu ji egera şerê bi Tirkiyeyê re heta rûdanên li Sûriyeyê û êrişên li ser Xezeyê gelek mijar nirxandin.
“Ez ne li pey şer im”
Netanyahu got ku ew rasterast ne li pey şerekî bi Tirkiyeyê re ye û diyar kir ku divê Îsraîl ji bo ewlehiya xwe bi berdewamî kapasîteya xwe ya leşkerî bi pêş bixe.
Netanyahu bi gotina "Ez ne li pey şer im" destnîşan kir ku divê Îsraîl xwedî şiyanên leşkerî yên bihêz be û wiha axivî:
"Çimkî nêt diguherin, bi taybetî jî dema hûn qels bin.
Eger hûn qels bin êrişî we dikin, eger hûn bihêz bin rêzê li we digirin.
Aştiyê jî bi yên bihêz re dikin. Ji ber vê yekê em neçar in ku hêza xwe bi berdewamî zêde bikin."
“Hêza herî girîng…”
Netanyahu destnîşan kir ku hevsengiyên hêzê yên li herêmê diguherin û got:
"Hêzek qels dibe, hêzeke din bilind dibe lê belê hêza herî girîng a ku divê bilind bibe divê ya me be."
Peyama ji bo Tirkiyeyê
Netanyahu bal kişand ser rûdanên li Sûriyeyê jî û eşkere kir ku Îsraîlê biryar daye li Sûriyeyê "herêmeke ewlehiyê" ava bike.
Netanyahu diyar kir ku Tirkiye jî li bakurê Sûriyeyê ye û bi eşkereyî anî zimên ku ew naxwazin Enqere zêdetir biçe başûr û got:
"Ez naxwazim bibînim ku Tirkiye tê başûr."
Serokwezîrê Îsraîlê anî zimên ku peyamên li ser bicihbûna leşkerên Tirkiyeyê yên li Sûriyeyê bi rêya Amerîkayê, bi kanalên cuda û rasterast gihîştine desthilata Şamê.
Netanyahu diyar kir ku berê li Sûriyeyê statukoyeke diyarkirî hebû û got ku ev pergal guheriye an jî hewl tê dayîn ku were guhertin.
"Me peyama xwe bi rêyên kînetîk da"
Netanyahu li ser êrişa Îsraîlê ya li ser balafirgeha leşkerî ya li Sûriyeyê jî got:
"Wisa xuya ye ku wan peyama me wernigirtibû. Em neçar man ku bi gotina xwe peyamê bi 'rêyên kînetîk' bidin."
Balafirên şer ên artêşa Îsraîlê êrişî Balafirgeha Leşkerî ya Ebû Zuhurê ya li rojhilatê Îdlibê kiribû.
Rayedarekî Sûriyeyî diyar kiribû ku balafirên şer ên Îsraîlê 8 êriş birine ser Balafirgeha Leşkerî ya Ebû Zuhurê.
Hatibû destnîşankirin ku di êrişan de ji bilî pîstê, avahiyeke vala ya di hangarê de hatiye hedefgirtin.



.webp&w=3840&q=75)