Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan li ser pêvajoya aştiyê got, “Kurdên Sûriyeyê dê ji aştî û aramiyê para xwe bigirin.”
Erdogan her wiah got, “"Em dê têkiliyên xwe yên bi Kurdan re xurttir bikin û mafên wan ên li welatên cuda yên herêmê biparêzin."
Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ji televîzyona Al Jazeerayê re axivî.
Erdogan di vê hevpeyvîna taybet de li ser rojeva herêmî û cîhanî daxuyaniyên girîng dan.
Ziayreta Sûriyeyê
Erdogan behsa “girîngiya yekparçeyiya axa Sûriyeyê û aramiya wê” kir û diyar kir ku ew plan dikin di dema pêşiya me de biçe Sûriyeyê.
"Em dê mafên Kurdan biparêzin"
Serokkomarê Tirkiyeyê amaje bi vîzyona pêvajoya aştiyê kir û dînamîkên li herêmê nirxandin.
Erdogan li ser mijarê wiha got, "Em dê xurtkirina têkiliyên xwe yên bi Kurdan re bidomînin.
Em dê li welatên cuda yên herêmê mafên wan biparêzin. Dê Kurdên Sûriyeyê jî ji aştî û aramiyê para xwe bigirin."


