Hewlêr (Rûdaw) - Balyozê Tirkiyeyê yê Şamê Nuh Yilmaz ragihand ku Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan dê beriya ku sala 2026an bi dawî bibe bi serdaneke fermî biçe Şamê.
Yilmaz her wiha mizgîniya vekirina deriyên sînorî da.
Wî diyar kir ku deriyê sînorî yê navbera Nisêbîn û Qamişloyê yê di navbera Bakur û Rojavayê Kurdistanê de dê di nav 3 mehan de qonax bi qonax were vekirin.
Balyozê Tirkiyeyê yê Şamê Nuh Yilmaz ji medyaya Qeterê re li ser pêwendiyên Enqere û Şamê û pêşhatên herêmê axivî.
Erdogan dê biçe Şamê
Yilmaz bal kişand ser daxwaza Erdogan a ji bo ziyareta Şamê û got:
"Hezkirineke zêde ya Serokkomarê me ji bo Şamê û Mizgefta Emewiyan heye.
Me hêvî dikir ku beriya niha ev hevdîtin pêk bihata lê ji ber rewşa herêmê hatibû bipaşxistin.
Em hêvî dikin beriya dawiya îsal em birêz Serokkomar li Şamê bibînin."
Deriyê sînorî yê Qamişloyê tê vekirin
Nuh Yilmaz li ser vekirina deriyên sînorî yên li gel Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê jî axivî.
Wî destnîşan kir ku armanca wan ew e ku li ser xeta sînor a 900 kîlometreyî hemû deriyan vekin û got:
"Di çarçoveya lihevkirina Wezareta me ya Bazirganiyê û meqamên gumrikê yên Sûriyeyê de, em pêşbînî dikin ku di nav 3 mehan de deriyên sînorî qonax bi qonax dest bi xebatê bikin.
Bi taybetî jî dê xeta Nisêbîn û Qamişloyê dest bi xebatê bike."
Qebareya bazirganiyê
Balyozê Tirkiyeyê yê Şamê diyar kir ku qebareya bazirganiyê ya di navbera her du welatan de di demeke kurt de ji sedî 40 zêde bûye û gihîştiye 3,75 milyar dolaran.
Yilmaz got ku armanca wan a dema navîn ew e ku vê astê derxînin 10 milyar dolarî.
Yilmaz li ser rewşa ewlehiyê jî axivî û tekezî li ser parastina serweriya Sûriyeyê kir.
Nuh Yilmaz got, "Divê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û PKK li seranserê Tirkiye, Sûriye û Îraqê bi temamî werin tesfiyekirin."
Her wiha wî ragihand ku di çarçoveya hevkariya perwerdeyê de ew amadekariya vekirina "Dibistanên Navneteweyî yên Tirkî" li Şamê û derdora wê dikin.



