Hewlêr (Rûdaw) - Deriyê Sînorî yê Bab Selameyê yê di navbera Sûriye û Tirkiyeyê de ber bi guhertineke dîrokî ve gavan diavêje.
Li bakurê Helebê ya Sûriyeyê makîneyên kar bêrawestan dixebitin.
Bi projeyeke mezin re tê armanckirin ku ev korîdora stratejîk bibe navendeke cîhanî ya veguhastina kel û pelan.
Rê û rawestgehên nû tên çêkirin
Birêvebirê Projeyê yê li Birêvebiriya Giştî ya Avahîsaziyê Elî Ehmed daxuyaniyek da û got:
"Niha em li deriyê Bab El Selameyê dixebitin. Ev yek xebatên li qadan û rêyên ber bi axa Tirkiye û Sûriyeyê ve diçin jî li xwe digire."
Elî Ehmed da zanîn ku ew avahiyên pêwîst ava dikin da ku hat û çûna otomobîl û rêwiyan hêsantir bibe û wî got:
"Wekî mînak, em rawestgehên rêwiyan û cadeyeke ku 10,5 kîlometre dirêj e û 32 metre fireh e çêdikin."
Derî Dîlok û Helebê bi hev ve girê dide
Li gorî zanyariyên berpirsên projeyê, ji sedî 95ê karê kolandinê bi dawî bûye.
Ev derî parêzgehên Kilîs û Dîlokê yên Bakurê Kurdistanê bi bajarê Ezazê yê parêzgeha Helebê ya Sûriyeyê ve girê dide.
Ev proje ne tenê çêkirina rê û cadeyan e, di heman demê de li ser sînor navendeke xizmetguzariyê jî tê avakirin.
Ev navend ji holên nû yên hat û çûnê, herêmeke bazirganiyê ya serbixwe, navendeke hawarçûnê û navendeke agirvemirandinê pêk tê.
Armanc bazirganiya 10 milyar dolarî ye
Berpirsê Pêwendiyên Giştî yê Deriyê Sînorî Hesen Hac Elî li ser berfirehiya projeyê axivî.
Hesen Hac Elî diyar kir ku bi saya vê projeyê dê kapasîteya derî ya ji bo rêwî û barhilgiran zêde bibe û waiha pê de çû:
"Plana me heye ku em navendeke mezin a xizmetguzariyê û cihekî taybet ji bo hawirde û hinardeyê ava bikin. Ev yek dê wisa bike ku karûbarên bazirganiyê bileztir bin û bi pergal bibin."
Sala 2025an pevguhertina bazirganiyê ya di navbera Sûriye û Tirkiyeyê de gihîşt asteke rekor û bû 3,75 milyar dolar.
Her du welat armanc dikin ku qebareya bazirganiya xwe derxînin 10 milyar dolarî.
Deriyê Sînorî yê Bab Selameyê di vê bazirganiyê de korîdora sereke ye.
Ji sedî 51ê hat û çûna li ser sînor di vî deriyî re ye.
Piraniya kel û pelên ku tên veguhastin ji keresteyên avakirinê, xwirek û amûran pêk tê.


