Hewlêr (Rûdaw) - Sererkaniya Îranê li ser pîlotên xwe yên winda daxuyaniyek belav kir û ragihand ku Qeterê 3 pîlotên wan dîl girtine.
Di şerê li dijî Amerîka û Îsraîlê de 2 balafirên şer ên Îranê ketibûn xwarê.
Di van her du balafiran de 4 pîlotên Îranî hebûn.
Îranê ragihand ku ji van pîlotan 3 pîlot ji aliyê Qeterê ve dîl hatine girtin.
"Ev 6 meh in girtî ne"
Fermandarê Komîteya Lêgerîna Kesên Winda ya Sererkaniya Hêzên Çekdar ên Îranê Mihemed Baqirzade li ser mijarê axivî.
Hat diyarkirin ku piştî ketina balafirên şer, 3 pîlotên Îranî dîl ketine destê Qeterê.
Navên van pîlotan Cewad Salihî, Ebdulmecîd Deştiyan û Îmran Behruşiyan in.
Li gorî agahiyan, ev her sê pîlot ev 6 meh in li Qeterê girtî ne.
Termê pîlotekî hatibû vegerandin
Îranê berê ragihandibû ku di êrişên li dijî baregeha Amerîkayê ya li Qeterê de balafirên wan ên şer bûne armanc.
Her wiha hatibû diyarkirin ku termê pîlot Mecîd Kazimî vegerandine Îranê û ew pîlot li welatê xwe hatiye veşartin.
Rayedarên Îranî berê dabû zanîn ku rewşa 3 pîlotên din ne diyar e û agahiyên di destê wan de gelekî kêm in.



