Hewlêr (Rûdaw) - Çalakvaneke Alman a bi navê Paula Maierê ragihand ku dema ew li Stenbolê desteserkirî bûye, “rayedarekî Tirk destdirêjî li wê kiriye û tecawiz kiriye.”
Paula Maierê diyar kir ku ew û koma pê re rastî şkence û miameleya xirab hatine.
Li gorî nûçeya malpera Bianetê, Paula Maierê vê hefteyê di çalakiyekê de behsa tiştên ku hatine serê wê kir.
Paula Maierê eşkere kir ku meha Kanûna Paşîn dema ew li navendeke dersînorkirinê ya Stenbolê di hucreyekê de bi tenê bûye, rayedarekî Tirk destdirêjî li wê kiriye.
Şkence û miameleya xirab
Maierê her wiha îdia kir ku endamên din ên komê jî rastî tundiya fîzîkî, derûnî û zayendî hatine.
Maierê wiha qala “şkenceya ku lê hatiye kirin” kir:
"Nehîştin em rabin, rûnin an jî xwe bidin ber dîwaran.
Em gêr kirin, heqaret li me kirin û tû kirin ser me."
Maierê her wiha da zanîn ku polîsan bi zorê vîdeoên şkenceyê bi wan dane temaşekirin û anî ziman:
“Porên me yên hûnandî di nav lingên polîsan de dihatin gerandin yan jî bi temamî jê dikirin.
Em neçar kirin ku em vîdeoyên şervanên jin ên ku rastî şkenceyê hatine temaşe bikin.
Di dema girtina ji bo dersînorkirinê de, polîsan ji bo şikandina me gelek rêbaz bi kar anîn.
Carinan tundiya fîzîkî, carinan ya derûnî û carinan jî tundiya zayendî bû.
Di dema ku ez di hucreya yekkesî de bûm, ji aliyê rayederekî Tirk ve rastî tecawizê hatim.
Ez vê tecrubeyê bi gelek jinên din re parve dikim.
Ev ne tenê çîroka min e, çîroka gelek jinan e.
Beriya her tiştî ev têkoşîna li dijî tundiya zayendî ye ku me wekî jinan dike yek û ev çîroka me ye.
Li ser milê me hemûyan e ku em van tecrubeyan veguherînin çîrokeke berxwedanê.
Li her derê cîhanê jin di girtîgehan de rastî şkence û tecawizê tên.
Tundiya zayendî êrişeke polîtîk e li ser me jinan û divê em bi awayekî polîtîk bersivê bidin.
Di dawiyê de ji bo min girîng e ez destnîşan bikim ku ev tecrube dê min neşikînin.
Rojên baş hene û rojên gelekî xirab jî hene ku ez tê de ne baş im û ew tecrube bi ser min de tên.
Eger ez bibêjim ez dikarim bi tena serê xwe bi van tecrubeyan re rû bi rû bim, ez ê derewan li xwe bikim.
Lê heta ku em wekî heval li cem hev bisekinin, heta ku em têkoşîna xwe bidomînin, ez dizanim ku em dê li ber xwe bidin. Jin, Jiyan, Azadî!”
Koma ji 16 çalakvan û rojnamegerên Alman pêk dihat, dawiya meha Kanûna Paşîn dema ji Amedê ber bi Mêrdînê ve diçûn hatibûn desteserkirin.
Wan dixwest ji bo piştgiriya Rojavayê Kurdistanê beşdarî daxuyaniyeke çapemeniyê bibin.
Dersînorkirin û bertek
Ew çalakvan piştî desteserkirinê birine navendeke dersînorkirinê ya Stenbolê û pişt re dersînorî Almanyayê hatin kirin.
Federasyona Rêxistinên Têkoşîna Çînan (FKO) û Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) daxuyaniyek belav kir û xwest ku lêpirsîneke cidî li ser van îdiayan were destpêkirin û berpirs werin darizandin.
Rayedarên Tirkiyeyê heta niha li ser îdiayên Paula Maierê ti daxuyanî nedane.
Tirkiye li gorî Indeksa Şkenceyê ya Cîhanî ya 2025an di nav 26 welatan de di asta herî xeternak a duyem de cih digire.
Di raporê de tê gotin ku li Tirkiyeyê şkence û tundiya polîsan berbelav e û astengiyên yasayî rê li ber darizandina berpirsan digirin.



