Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan got, “Me hêza xwe ji milet wergirt.”
Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, bi helkefta salvegera 25emîn a damezirandina AK Partiyê gotarek nivîsand.
Wî di gotara xwe de bal kişand ser serkeftinên partiya xwe.
Erdogan destnîşan kir ku desthilata wan a çaryek sedsalê ji bo Tirkiyeyê bûye serdemeke veguherîna dîrokî.
Gotara Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan a bi sernavê "AK Partî: Çîroka Veguherîna Çaryek Sedsalî ya ku bi Milet re Hatiye Nivîsandin" li kanala Al Arabiyayê ya Erebistana Siûdiyê hat weşandin.
Erdogan bi bîr xist ku wan 14ê Tebaxa 2001ê dest bi rêwîtiya xwe kiriye.
Wî diyar kir ku wê demê Tirkiye di bin barê krîzên siyasî, nediyariya aborî û zihniyeta wesayetê de bû û got:
"Wê rojê me got 'êdî li Tirkiyeyê ti tişt wekî berê nabe' û me hêza xwe ji îradeya milet wergirt."
Pîşesaziya parastinê
Recep Tayyîp Erdogan bal kişand ser destkeftiyên Tirkiyeyê yên di warê teknolojî û pîşesaziya parastinê de.
"Cîhan ji pêncan mezintir e"
Serokkomarê Tirkiyeyê li ser polîtîkaya derve ya desthilata xwe jî ragihand ku Tirkiye îro lîstikvanekî çalak ê pergala navneteweyî ye û got:
"Em di nav NATO, G20 û Rêxistina Hevkariya Îslamî de roleke sereke dilîzin.
Bi banga 'Cîhan ji pêncan mezintir e', em daxwaza pergaleke dadperwertir û nûnertiyeke rasttir a di nav saziyên navneteweyî de dikin.
Parastina mafên mezlûman li her platformê, bingeha hişmendiya me ya dîplomatîk e."



