Hewlêr (Rûdaw) - Şirketa Lêkolînan a GENARê bi beşdariya 3 hezar kesî rapirsiyeke nû ya hilbijartinê çêkir û encamên wê eşkere kirin.
Li gorî rapirsiyê AK Partî bi rêjeya ji sedî 35,4an di rêza yekem de cihê xwe diparêze.
Partiya NÛ (YENÎ Partî) ku nû hatiye avakirin, gihîşt rêjeya ji sedî 14,5an.
CHPyê jî rêjeya ji sedî 15,4an bi dest xist û bi qasî 0,9 pûanan li pêşiya Partiya Nû ye.
Belavbûna dengên partiyên din
Şirketa GENARê ev rapirsî bi 3 hezar kesî re kiriye û hewl daye ku belavbûna dengên piştî avakirina Partiya NÛ bipîve.
Di senaryoya hilbijartinên giştî yên parlamenteriyê de, belavbûna dengên partiyên din bi vî rengî ye:
MHP ji sedî 8,5, DEM Partî ji sedî 8,3, ÎYÎ Partî ji sedî 4,5 û Partiya Zaferê ji sedî 3,9.
Partiyên di bin bendê de
Li gorî encaman, di nav koma partiyên ku di bin bendê de dimînin de Partiya Anahtarê ji sedî 2,7, Partiya Yenîden Refahê ji sedî 2,2 û Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP) jî ji sedî 1,5 dengan distînin.
Rêjeya bêbiryaran gelekî zêde ye
Li gorî amarên rapirsiyê, nezelaliya di nêrîna hilbijêran de jî derdikeve pêş.
Ji sedî 16,8ê beşdaran diyar kir ku ew bêbiryar in.
Her wiha ji sedî 11,8ê wan destnîşan kir ku ew dê dengê xwe nedin û ji sedî 1,3yê beşdaran jî bersiv neda.
Bi vî awayî, rêjeya kesên ku dengê xwe nadin ti partiyan gihîşt ji sedî 29,9an.
Ev girseya mezin dê bandoreke krîtîk li ser encamên hilbijartinan bike.

