Hewlêr (Rûdaw) - Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Doganê ragihand ku ji bo çekdanînê PKK li hêviya nirxandina Abdullah Ocalan e.
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Doganê îro li navenda partiya li Enqereyê li ser biryarên ku doh di civîna Komîteya Birêvebiriya Navendî (MYK) de hatine dayîn daxuyanî da.
Ayşegul Doganê ragihand ku qîmetê yasaya ku li Parlamentoya Tirkiyeyê hatiye qebûlkirin dê piştî çend mehan derkeve holê û ew ji bo wan yasayeke girîng e.
Doganê her wiha pirsên Nûçegihanê Rûdawê Şewket Herkî yên li ser nexşerêya pêvajoyê û vegera PKKyê bersivandin.
Nexşerêya Yasaya Çarçoveyê
Ayşegul Doganê da zanîn ku li gorî Yasaya Çarçoveyê, divê di destpêkê de danîn û fesihkirina çekan were tesbîtkirin û got:
“Ji bo vê yekê divê Meclisa Ewlehiya Neteweyî (MGK) biryarekê bide. Piştî ku ev biryar di Rojnameya Fermî de hat belavkirin dê nexşerêya pêvajoyê bi temamî eşkere bibe.
Mafên hiqûqî yên kesên ku li ser wan lêpirsîn hene, kesên girtî, yên li Ewropayê û yên ku dixwazin vegerin di nav yasayê de hatine diyarkirin.”
Dê du komîte werin avakirin
Berdevka DEM Partiyê da zanîn ku ji bo şopandina pêvajoyê dê du komîte werin avakirin û wiha domand:
“Komîteyek dl girêdayî Serokkomariyê be û komîteya din jî dê li Parlamentoya Tirkiyeyê were avakirin.
Pêwîst e ev her du komîte di nava koordînasyonekê de bi hev re bixebitin. Piştî avakirina van komîteyan dê eşkere bibe bê ma dê serlêdan çawa werin qebûlkirin.”
Çavê PKKyê li peyama Ocalan e
Ayşegul Doganê li ser banga ji bo PKKyê û rewşa Abdullah Ocalan jî got:
“PKK li benda bangewaziyekê ne û bêyî bangewaziyê nizanin dê çawa vegerin.
Tê zanîn ku ew li benda nirxandin û peyameke Rêzdar Ocalan in.”
Doganê diyar kir ku hîn ne diyar e dê ev yek bi çi rengî û bi kîjan mekanîzmayê çêbibe û got:
“Lê belê ji bo vegera PKKyê pêwîstiya koordînasyoneke di navbera komîteyan û Ocalan de tê dîtin.”
DEM Partî roja kongreya xwe guhert
Li gel xebatên yasayî, DEM Partî jî amadehiyên kongreya xwe dike.
Ayşegul Doganê ragihand ku wan biryar daye roja kongreya xwe ya asayî bi pêş bixin.
Kongreya ku berê hatibû ragihandin dê 20ê Îlonê biha lidarxistin lê demha wê hat guhertin.
Bi gotina Ayşegul Doganê DEM Partî dê 6ê Îlona 2026an li Enqereyê li Navenda Çandê ya Nazim Hîkmet kongreya xwe ya asayî li dar bixe.
Doganê li ser vê yekê jî got, “Ew kongre dê bibe kongreyeke amadekirinê ya ji nû ve avakirinê. Amedekariyên me yên kongreyê jî didomin. Bi kongeya 6ê Îlonê em starta ji nû ve ava kirinê bidin.
Ji aliyê din vê jî em amadehiyên civînên gel dikin. Em tevlîbûna jin û ciwanan gelekî girîng dibînin.
Ji bo ew pêvajo bi awayekî serkeftî encam bibe em dê bi beşên cuda yên civakê re jî civînan li dar bixin.”

