Hewlêr (Rûdaw) - Hat ragihandin ku Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê îro bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan re dicive.
Ofîsa Ragihandinê ya DEM Partiyê li ser vê hevdîtinê daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de hat gotin, “Endamên Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar dê îro (13ê Tebaxê) saet 16:00an li Beştepeyê bi Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan re civînekê pêk bînin.”
Civîna berî mohrkirina yasayê
Hêjayî gotinê ye ku ev civîn piştî pejirandina "yasaya çarçoveyê" ya li Parlamentoya Tirkiyeyê tê lidarxistin.
Tê çaverêkirin ku Erdogan piştî vê civînê wê yasayê mohr bike û bi vî awayî pêvajo ber bi pêştir ve here.



.webp&w=3840&q=75)