Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk qebûlkirina pêşniyaryasaya Bihêzkirina Hevgirtina Neteweyî û Yekbûna Civakî wekî "Modela Tirkiyeyê" pênase kir.
Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk yasaya pêvajoya çareseriyê nirxand.
Ev yasa bi dengên 467 parlamenteran li Parlamentoya Tirkiyeyê hatibû pesendkirin.
Wî destnîşan kir ku Tirkiye bêyî pêwîstiya bi "çavê sêyem" dikare pirsgirêkên xwe bi xwe çareser bike.
Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk îro civîneke rojnamegerî li dar xist.
Wî di civînê de li ser yasaya “Bihêzkirina Hevgirtina Neteweyî û Yekbûna Civakî " ya taybet bi pêvajoya çareseriyê axivî.
"Yasa rê li ber çekdanîna PKKyê vedike"
Çelîk diyar kir ku ev yasa bingeheke saxlem ava dike da ku PKK çekan deyne û were tesfiyekirin û got:
"Doh rojeke dîrokî bû. Parlamentoya me ya bilind, bingeha yasayî ava kir da ku rê li ber çekdanîna PKK û KCKyê vebe."
Omer Çelîk bal kişand ser encama dengdanê ya li ser yasayê û got:
"Dengên 467 parlamenteran ji bo dîroka me ya siyasî gelekî girîng in. Serokkomarê me Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî îradeyeke zelal nîşan da. Armanca me 'Tirkiyeyeke Bêteror' û 'Herêmeke Bêteror' e û em di vê rêyê de bibiryar in."
Çelîk mixalefet rexne kir
Berdevkê AK Partiyê hinek partiyên mixalefetê rexne kirin ku li dijî yasayê derketibûn.
Çelîk li ser helwesta wan got, "Di demekê de ku civak rexneyên avaker dike, doh li Parlamentoyê hinek kesan rexneyên hilweşîner kirin.
Dema mirov ji wan dipirse 'Ka pêşniyara we çi ye?', em dibînin ku ti projeyên wan nînin. Ew tenê ji ber kêmasiya siyasî li dijî vê pêngava dîrokî derdikevin."
"Modela Tirkiyeyê"
Omer Çelîk tekez kir ku Tirkiye modelên çareserkirina pevçûnan ên welatên din kopî nake û wiha domand:
"Pêwîstiya Tirkiyeyê bi 'çavê sêyem' nîne. Çavê sêyem 86 milyon welatiyên me ne. Ev pêvajoya ku bi awayekî zelal û bêyî navbeynkariya derve tê meşandin, 'Modela Tirkiyeyê' ye.
Eger ev pêvajo bi ser bikeve û rêxistin çekan deyne, dê bibe mînak û navnîşan ji bo welatên herêmê jî."
Çelîk bal kişand ser aloziyên li herêmê û cîhanê û got:
"Di serdemeke wiha de ku pergala cîhanê hildiweşe û eniyên navxweyî belav dibin, Tirkiyeyê bi îradeya 86 milyonî nîşan da ku dikare pirsgirêkên xwe bi xwe çareser bike. Peyama ku vê tabloyê da cîhanê, peyameke gelekî xurt û stratejîk e."
561 parlamenter beşdarî dengdanê bûn
Pêşniyaryasaya Bihêzkirina Hevgirtina Neteweyî û Yekbûna ku wekî "Yasaya Çarçove" tê naskirin li Parlamentoya Tirkiyeyê bi dengên 467 parlamenteran hat pesendkirin.
Bi giştî 561 parlamenter beşdarî dengdanê bûn. 88 parlamenteran dengê 'na' da û 6 deng jî bêalî bûn.
Çelîk di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku ev tablo gelekî watedar e û wiha domand:
"Tabloya ku doh li Parlamentoya Bilind derket holê, bi rastî ji bo kêmkirina rageşiyên civakî yên li Tirkiyeyê û nermkirina stresa siyasî tabloyeke watedar e.
Derketina 467 dengên 'erê' gelekî girîng e. Ev yek bi dengên Hevpeymaniya Cumhur û parlamenterên DEM Partî, Partiya Nû, CHP, Partiya Riya Nû, HUDA PAR û parlamenterên serbixwe pêk hat.
Ev yek di nava vê pirdengiyê de nîşan dide ku Parlamentoya Bilind li ser navê milet û ji bo milet li ser karê xwe ye. Ji berpirsyariya xwe haydar e.
Gotineke me heye ku em di Parlamentoyê de bi kar tînin, em dibêjin 'Parlamento li ser rojeva xwe serwer e û vê yekê dizane.'
Wate ti kes, ti hêman wesayeta navxweyî yan jî derve nikare midaxeleyî rojeva Parlamentoya Bilind bike.
Ji bilî îradeya milet, ti tişt nikare rojeva Parlamentoya Bilind diyar bike. Lewma bila dilê miletê me rehet be.
Di heman demê de ev biryara 467 dangan, peyameke gelekî mezin e ku ji bo cîhanê hatiye dayîn.
Peyam ev e, di serdemeke wiha de ku li gelek welatan eniyên navxweyî belav dibin, pêwendiyên navdewletî ji bingeha xwe dûr dikevin û torên pergala navdewletî hildiweşin, Tirkiye li ser piyan e.
Tirkiye di nava vê tabloyê de, bi îradeya hevbeş a 86 milyonî û bi çavekî neteweyî, îradeya 'em meseleya xwe bi xwe çareser dikin' derdixe holê.
Modeleke Tirkiyeyê derdixe pêş. Ew vê yekê ne tenê ji bo Tirkiyeyê, ji bo qenciya gelên herêmê jî dike."



