Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş û Wezîrê Karên Navxwe Mustafa Çîftçî dê bi 81 parêzgarên re bicivin.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Karên Navxwe, mijara sereke ya civînê pêvajoya çareseriyê ye.
Civîna koordînasyonê dê sibe saet 15:00an li Salona Civînan a GAMERê were lidarxistin.
Di civînê de dê ew mijar werin gotûbêjkirin ku bi koordînasyona vê pêvajoyê re têkildar in.
Şopandina pêvajoyê ya li parêzgehan
Di civînê de dê şopandina pêvajoyê ya li parêzgehan were nirxandin.
Her wiha dê entegrasyon û rehabîlîtasyona civakî û bi awayekî çalak meşandina nîzama giştî jî werin nirxandin.
Li gorî daxuyaniyê dibe ku parêzgar û hêzên ewlehiyê li qadê rûbirûyî hinek pirsgirêkan bibin û ev pirsgirêkên muhtemel dê di rojevê de bin.
Her wiha dê ew tedbîr werin nîqaşkirin ku li dijî hewldanên provokasyon û dezenformasyonê tên wergirtin.



