Hewlêr (Rûdaw) - Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Doganê li ser projeyasaya çarçoveyê (Bihêzkirina Hevgirtina Neteweyî û Yekbûna Civakî) daxuyaniyek da û got, “Em ji zemîna şer derbasî zemîna siyaseta demokratîk dibin.”
Ayşegul Doganê li navenda giştî ya partiya xwe civîneke rojnamegeriyê li dar xist û derbarê projeyasayê got:
"Ev ne îmzeyeke asayî ye, îmzeyeke ji bo paşeroja me ya hevpar e. Li me hemûyan, li tevahiya Tirkiyeyê û li kesên ji bo jiyana hevpar têdikoşin pîroz be."
Ayşegulê diyar kir ku ew wekî partî cara pêşî ye îmzeya xwe davêjin binê pêşniyaryasayekê.
Wê destnîşan kir ku ev ji bo 86 milyon mirovan yasayeke girîng e û got, "Bila ev gav bibe sedema xêrê û aştiyê mayînde bike."
Berdevka DEM Partiyê anî zimên ku ev îmze gava pêşî ya serdemeke nû ye ku ji zemîna şer û pevçûnan ber bi zemîna hiqûq û siyaseta demokratîk ve diçe û diyar kir ku “Ev rê dê zehmet be” lê ew dê ji bo vê yekê têbikoşin.
"Em spasiya partiyan dikin"
Ayşegul Doganê ragihand ku ev pêşniyaryasa piştî şêwirên ku bi mehan ajotine derketiye holê û anî zimên:
"Em li ser navê partiya xwe spasiya hemû partiyên siyasî dikin ku ji bo vê pêşniyaryasayê ked daye û nêzîkatiyeke avaker nîşan daye.”
Wê diyar kir ku ev pêşniyar kevirê yekem ê zemîna hiqûqî ya paşeroja hevpar e û destnîşan kir ku ev yasa dê rê li ber vegera malê veke.
Ayşegul Doganê got ku mafê her kesî heye ku di nav aştiyê de bijî û li pey çû:
"Armanc û têkoşîna me ew e ku em li herêmê modela Tirkiyeyê ya ku aştî ava kiriye û rê li ber demokratîkbûnê vekiriye bi pêş bixin çimkî him pêdiviya Tirkiyeyê, him a Rojhilata Navîn û him jî ya cîhanê bi vê yekê heye."



