Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş ragihand ku pêşniyaryasaya "Bihêzkirina Yekbûna Civakî û Hevgirtina Neteweyî" bi awayekî fermî pêşkêşî Serokatiyê hatiye kirin.
Kurtulmuş destnîşan kir ku ev yasa dê di sedsala duyem a komara Tirkiyeyê de derfetên nû bîne pêşiya Tirkiyeyê.
Li gorî gotina wî, ev yasa dê biratiyê jî xurt bike.
Serokê Parlamentoyê Numan Kurtulmuş, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî li ser pêşniyaryasaya "Bihêzkirina Yekbûna Civakî û Hevgirtina Neteweyî" daxuyaniyek belav kir.
Ev pêşniyaryasa di çarçoveya pêvajoya çareseriyê de hatiye amadekirin.
"Keleha navxweyî dê xurt bibe"
Kurtulmuş diyar kir ku ev pêşniyaryasa li ser bingeha rapora "Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê" ya Parlamentoyê hatiye amadekirin û got:
"Xebatên ku di bin banê Parlamentoya me de hatin meşandin, bûn mînakeke bêwêne ya demokrasiyê.
Van xebatan aqilê dewletê û îradeya milet di heman armancê de gihandin hev.
Ev xebata ku nêzîkatiyên siyasî yên cuda di xaleke hevbeş de kom kirin, dê 'keleha navxweyî' ya welatê me xurt bike û armanca 'Tirkiyeyeke bêteror' misoger bike."
Guherîna rewşa siyasî
Numan Kurtulmuş destnîşan kir ku ev yasa ne tenê sererastkirineke teknîkî, guherîneke di keşûhewaya siyasî de ye û wiha pê de çû:
"Em bawer dikin ku ev pêngav, bi guherîna keşûhewaya siyasî û ramanî, dê di sedsala duyem a komara me de derfetên nû bîne pêşiya welatê me.
Ev yasa dê bibe sedema xurtbûna demokrasiyê, zêdebûna xweşguzeraniya milet û bihêzkirina biratiyê da ku deriyê serdemeke nû were vekirin."
Spasî ji bo milet û partiyan
Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê di peyama xwe de spasiya hemû partiyên siyasî, nûnerên civaka sivîl û kedkarên çapemeniyê kir ku piştgirî daye pêvajoyê.
Kurtulmuş gotinên xwe wiha bi dawî kirin:
"Spasiya herî mezin miletê me yê ezîz heq dike ku bi sebir û piştgiriya xwe li pêşeroja hevbeş a welêt xwedî derket."
Numan Kurtulmuş her wiha hêvî kir ku pêşniyaryasaya "Bihêzkirina Yekbûna Civakî û Hevgirtina Neteweyî" ji bo Tirkiye û welatiyên wê bibe derfeta xêr û xweşiyê.



