Hewlêr (Rûdaw) - Endama Heyeta Îmraliyê Pervîn Buldanê ragihand ku wan îmze avêtiye bin pêşniyaryasaya pêvajoya çareseriyê û got, "Bila aştiya me mayînde be."
Alîkara Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê û Endama Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervîn Buldanê, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî peyamek belav kir.
Peyama Pervîn Buldanê li ser pêşniyaryasaya ku bi navê "Yasaya Bihêzkirina Yekbûna Civakî û Hevgirtina Neteweyî" bû.
Ev pêşniyaryasa ji bo îmzeyan hatiye vekirin û tê payîn ku îro pêşkêşî Parlamentoyê were kirin.
"Bila aştiya me mayînde be"
Pervîn Buldanê diyar kir ku wan ev pêşniyaryasa îmze kiriye û got:
"Ez hêvî dikim li ser xêrê be. Bila aştiya me mayînde be.
Bila îmzeya min wekî du îmzeyan were qebûlkirin. Ya din jî li ser navê Sirri Sureyya Onderê hêja ye."
Ocalan li derveyî yasayê hatiye hiştin
Ev pêşniyaryasa hîn bi awayekî fermî pêşkêşî Parlamentoyê nehatiye kirin û deqa wê bi temamî derneketiye holê.
Lê belê li gorî wan zanyariyên ku di medyaya Tirkiyeyê de hatine belavkirin, Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan li derveyî çarçoveya yasayê hatiye hiştin.
Her wiha ew girtiyên ku beriya sala 2005an cezayê heta hetayê (muebeda girankirî) stendine jî dê nikaribin ji vê yasayê sûdê wergirin.



