Hewlêr (Rûdaw) - 2 mehan piştî biryara betalbûna serokatiya wî, Serokê hilbijartî yê CHPyê Ozgur Ozel ji partiya xwe îstifa kir.
Partiya ku bi serokatiya Ozgur Ozel hat avakirin bi navê "Partiya Yenî" ye ku tê wateya partiya nû.
Bi Ozel re bi giştî 91 parlamenteran ji Partiya Gel a Komarî (CHP) îstifa kir û tevlî Encumena Damezirîneran a Partiya Yeniyê bûn.
Ozgur Ozel, bi biryara dadgehê ji Serokatiya Giştî ya CHPyê hat dûrxistin.
Wî ragihandibû ku dê partiyeke nû ava bike.
Ozel îstifaya xwe ya ji CHPyê îmze kir û got, "Ji bo welat, miletê me, partiya me, ji bo me hemûyan bila bi xêr be."
Ozel her wiha belgeya avakirina Partiya Nû jî îmze kir.



