Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê DEM Partiyê yê Agiriyê Sirri Sakik, Wezîrê Jîngeh, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê yê Tirkiyeyê Murat Kurum ziyaret kir.
Di civînê de pirsgirêkên şaredariyên Agiriyê û bajarên derdorê û daxwazên birêvebiriyên xwecihî hatin gotûbêjkirin.
Wezîrê Jîngeh, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê yê Tirkiyeyê Murat Kurum li ser serdanê bi rêya hesabê xwe yê tora civakî daxuyaniyek belav kir û got:
“Me guh da pêdivî û daxwazên Agiriyê û bajarên xwe yên derdorê û me li ser xebatên ku dikarin werin kirin gotûbêj kirin.
Em dê bi aqilê hevpar û şêwirê ji bo pêdiviyên bajarên xwe çareseriyan peyda bikin.”
Sakik: Em nêzîkatiya avaker girîng dibînin
Sirri Sakik jî li ser hesabê xwe yê Xê diyar kir ku civîn gelekî berhemdar bûye û bi taybetî bal kişand ser rewşa birêvebiriyên xwecihî yên ku derfetên wan kêm in.
Sakik di parvekirina xwe de anî ziman:
“Me pirsgirêkên şaredariyên xwe, bi taybetî daxwazên birêvebiriyên xwecihî yên ku derfetên wan kêm in bi berfirehî gotûbêj kirin.
Em nîşandana nêzîkatiyeke avaker a li ser piştgirî û çareseriyê girîng dibînin û ji ber vê civîna berhemdar spasiya Birêz Wezîr dikim.”



