Hewlêr (Rûdaw) - Pêwendiyên Giştî yên Supaya Pasdaran a Îranê ragihand ku wan êrişî 2 baregehên leşkerî yên Amerîkayê yên li Kuweytê kiriye.
Supaya Pasdaran a Îranê her wiha hişyarî da wan welatên ku baregehên hêzên Amerîkayê lê ne û got, "Amadeyî wergirtina bersiveke wekhev bin."
Supaya Pasdaran a Îranê di daxuyaniya xwe ya hejmara 27an de diyar kir ku di çarçoveya qonaxa 18an a operasyona Nesr 2yê de bi dron û mûşekan êrişî Navenda Piştgiriya Hêzên Bejayî yên Amerîkayê ya li Arîfcanê û Baregeha Asmanî ya Elî Salimê ya li ser axa Kuweytê kiriye.
Supaya Pasdaran a Îranê di daxuyaniya xwe de hişyariyeke tund da welatên cîran anî ziman:
"Ew welatên ku axa xwe ji bo êrişa li ser Îranê dane ber destê destdirêjkarên Amerîkayê, pêwîst e amadeyî wergirtina bersiveke wekhev bin."
Her wiha ji wan welatan xwest ku yekîneyên parastina sivîlan ên xwe çalak bikin da ku welatiyên xwe biparêzin.
Tohmetên li ser Amerîkayê
Supaya Pasdaran a Îranê di daxuyaniya xwe de got ku Amerîkayê di nîvê dan û standinan de careke din şerê li dijî Îranê daye destpêkirin û îdia kir ku Amerîka ji ber "têkçûna di rûbirûbûna leşkerî ya rasterast de" berê xwe daye lêdana binesaziyên sivîl ên wekî nexweşxane, pir, hêla hesinî, balafirgeh û navendên pêwendiyan.
Supaya Pasdaran a Îranê ev kiryar wekî "sûcê şer" pênase kir û destnîşan kir ku ji ber ku ti dezgehên navneteweyî nînin rê li ber van karên Amerîkayê bigirin, wan berê xwe daye "fermana Quranê" ku bi heman awayî bersiva êrişan bidin.
Li gorî daxuyaniyê, êriş bi rêya dronan hatiye kirin û tê de radara baregeha Elî Salimê hatiye jinavbirin.
Her wiha hat îdiakirin ku li baregeha Arîfcanê "komek leşkerên Amerîkayê mirine."
Supaya Pasdaran her wiha eşkere kir ku wan li wan baregehan depoyeke çêkirina çekan jî têk biriye.



.webp&w=3840&q=75)