Hewlêr (Rûdaw) - Heyeta Îmraliyê ya Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî), Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî li odeya wî ya li Parlamentoya Tirkiyeyê ziyaret kir.
Di civîna ku ji ragihandinê re girtî hat kirin de, Alîkara Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê û Parlamentera Wanê ya DEM Partiyê Pervîn Buldan, Parlamenterê Rihayê yê DEM Partiyê Mithat Sancar û parêzer Faîk Ozgur Erol beşdar bûn.
Civîna ku demjimêr 12:00an dest pê kir nêzîkî 40 deqeyan ajot.
Bahçelî heyeta DEM Partiyê li ber deriyê odeya xwe ya xebatê pêşwazî kir. Piştî hevdîtina ku nêzîkî 40 deqeyan ajot, civîn bi dawî bû.
Naveroka hevdîtinê nehat eşkerekirin
Li ser naveroka civînê ji aliyê her du aliyan ve ti daxuyaniya fermî nehat dayîn.
Lê tê texmînkirin ku di civînê de li ser bipêşketinên siyasî yên li Tirkiyeyê, pêvajoya çareseriyê û pêşniyaryasaya çarçoveyê ya ku tê gotin dê li Parlamentoya Tirkiyeyê were gotûbêjkirin, bîr û ra hatine guhertin.
Endamên Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê doh jî li gel Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê Efkan Ala civiyabûn.



