Hewlêr (Rûdaw) - Endama Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê û Alîkara Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Pervîn Buldanê li ser nûçeyên di derbarê hevdîtina îro ya bi rayedarên AK Partiyê re ya li ser pêvajoyê got: "Em li vir in, kengî ji me re bibêjin werin, em dê herin."
Piştî ku Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê ya Parlamentoya Tirkiyeyê xebatên xwe qedandin û raporeke hevpar belav kir, hêviyên ji bo derxistina yasayeke çarçove berî ku parlamento bikeve betlaneyê didomin.
DEM Partî li ser derxistina yasaya çarçove ya berî betlaneya Parlamentoya Tirkiyeyê rijd e, her wiha dan û standinên li ser vê mijarê jî didomin.
Hêvî û hevdîtinên li ser yasaya çarçove
Piştî daxuyanîyên dawî yên Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan, Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş, birêvebirên bilind ên AK Partiyê û gelek siyasetmedarên din ên li ser pêvajoyê, hêviyên ku berî parlamantoya Tirkiyeyê bikeve betlaneyê yasaya çarçove were derxistin zêde bûne.
Tê pêşbînîkirin ku eger biryara derxistina yasaya çarçove were dayîn, dibe ku xebatên Parlamentoya Tirkiyeyê heta hefteya yekem a meha Tebaxê dirêj bikin.
Ji ber bernameya qerebalix hevdîtin nehat kirin
Di dema ku ev nîqaş didomin de dihat gotin ku Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê ku ji Pervîn Buldanê û Mithat Sancar pêk tê, dê îro li gel Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê Efkan Ala û Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş bicivin.
Lê belê ji bo Roja Demokrasî û Yekîtiya Niştimanî ya 15ê Tîrmehê li Parlamentoya Tirkiyeyê bernameyên gelekî qerebalix hatin lidarxistin û ji ber vê yekê ti hevdîtin nehat kirin.
Di Salona Merasîmê de di dema bernameyê de ku Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan jî beşdar bûbû, Pervîn Buldan û Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê Efkan Ala silav dan hev û bi destên hev girt.
Piştî merasîmê, gava ku Pervîn Buldan ji salonê derket, rojnamegeran qala dema hevdîtinê kir û pirs jê kirin.
Buldanê di bersivê de got, "Em nizanin, em li benda nûçeyê ne. Em li vir in, kengî ji me re bibêjin werin, em dê herin."
Hat zanîn ji ber bernameyên qerebalix ên îro, dibe ku hevdîtin sibê bê kirir.



