Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ji bo daxuyaniya Serokê Amerîkayê Donald Trump a li ser rakirina cezayên CAATSAyê yên li ser Tirkiyeyê dilgiran e û naxwaze Trump F-35an bide Tirkiyeyê.
Netanyahu diyar kir ku eger Amerîka balafirên şer ên F-35 bide Tirkiyeyê dê "hevsengiya hêzê ya li Rojhilata Navîn têk here."
Netanyahu di hevpeyvîneke li gel televîzyona CNNê de destnîşan kir ku wî berî Lûtkeya 36an a NATOyê çend caran bi Trump re hevdîtin kiriye û xwestiye Tirkiye tevlî bernameya F-35an neyê kirin.
Donald Trump li Enqereyê li gel Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan daxuyaniyek dabû rojnamegeran û gotibû, “Em naxwazin li ser dostên xwe cezayan deynin” û eşkere kiribû ku ew dê li ser rakirina cezayên CAATSAyê û dayîna balafirên F-35 bifikirin.
Netanyahu ji van daxuyaniyan aciz bû û diyar kir ku "Tirkiye ji bo Amerîkayê bi temamî ne hevalbendeke mînak e."
Netanyahu li ser “dostaniya Trump û Erdogan” jî got:
“Her kes bi vê yekê dizane; hebûna dostaniyeke kesane ya di navbera Serok Trump û Serokkomar Erdogan de Tirkiyeyê ji bo Amerîkayê nake welatekî dost.”
“Gaveke wiha dê hevsengiyê têk bibe”
Serokwezîrê Îsraîlê li dijî dayîna balafirên şer ên F-35 derket û anî zimên ku gaveke wiha dê "hevsengiya hêzê ya li Rojhilata Navîn xera bike."
Netanyahu her wiha got, “Eger ez li şûna Trump bûma, min F-35 nedidan Tirkiyeyê.”
Benjamin Netanyahu destnîşan kir ku her çi qasî li ser mijara Îranê hinek nakokiyên wan hebin jî ew û Trump di "mijarên mezin de her tim hevraman in."
Netanyahu li ser paşeroja Îranê jî ev nirxandin kir: “Hîn gelekî zû ye ku mirov bibêje dê bi Îranê re çi bibe.”
Cezayên CAATSAyê
Cezayên CAATSAyê (Qanûna Têkoşîna li Dijî Dijminên Amerîkayê bi Rêya Cezayan) ji Kanûna Pêşîn a 2020î ve bi awayekî fermî li ser Tirkiyeyê tên sepandin.
Li gorî Kongreya Amerîkayê, Tirkiyeyê bi kirîna sîstema parastina asmanî ya S-400 a ji Rûsyayê, xala 231emîn a CAATSAyê bin pê kiribû.
Tirkiye yaku yek ji hevkarên damezirîner ên projeya F-35an bû, dîsa ji ber heman mûşekên S-400 ji wê bernameyê hatibû derxistin.
Balyozê Amerîkayê yê Tirkiyeyê Tom Barrack, di daxuyaniya xwe ya meha Kanûna Pêşîn de diyar kiribû ku ji bo Tirkiye karibe vegere bernameya F-35an, divê dev ji S-400an berde.
Taybetiyên teknîk ên F-35an çi ne?
Lockheed Martin F-35 Lightning II, balafireke şer a pirarmanc a nifşê pêncem e. Ev balafir bi hevgirtina hestyarên xwe yên bipêşketî, pergalên ku hişê çêkirî piştgiriya wan dike û bi taybetiya xwe ya ku di radaran de pir kêm xuya dike, derdikeve pêş.
F-35 xwedî sê modelên cuda ye. Taybetiyên wê yên teknîk û performansa wê li gorî corên wê diguherin:
F-35A: Modela standard e ku ji bo hêzên asmanî hatiye hilberîn û bi awayekî asayî radibe û dadikeve.
F-35B: Modela ku ji bo keştiyên êrişê yên amfîbî hatiye dîzaynkirin; dikare di mesafeyeke kurt de rabe û bi awayekî stûnî (çik) dakeve.
F-35C: Modela hêzên deryayî ye; bi mancenîqê ji keştiyên balafiran tê pekandin û bi kabloyên girtinê dadikeve.
Di balafirên F-35an de bi giştî 11 navendên hilgirtina çekan hene. Ji bo ku di radaran de xuya nekin, cebilxane û çek di nava laşê balafirê de tên parastin.
Di modela F-35Ayê de topeke navxweyî ya 25 mm heye. Lê di modelên B û Cyê de ev top di pêvekên derve (pod) de tên hilgirtin.
Bi saya sîstema dîmenan a bipêşketî ya di kaska pîlot de, F-35 dikarin hawîrdorê bi goşeya 360 pileyî kontrol bikin.
Yek ji welatên xwediyê F-35an jî Îsraîl e
Li gorî agahiyên kompanyaya hilberîner Lockheed Martin, fîloya gerdûnî ya F-35an gihiştiye derdora 1300 balafiran.
Di çarçoveya bernameya gerdûnî ya F-35 Lightning II de, li seranserê cîhanê 20 welat hene ku bi awayekî çalak ev balafir xistine nav envantera xwe an jî daxwaza wan a kirînê hatiye erêkirin.
Amerîka, hem hilberînera sereke ya bernameyê ye û hem jî welatê xwediyê fîloya herî mezin e.
Îsraîl jî wê cora F-35ê bi kar tîne ku ji bo xwe bi taybetî guhertiye û bi pêş xistiye. Ev balafir bi navê "Adir" tê naskirin ku di zimanê Îbranî de tê wateya "hêzdar/biqudret."
Welatên ku balafir wergirtine:
Amerîka
Brîtanya
Îtalya
Holenda
Norwec
Awistralya
Japonya
Koreya Başûr
Îsraîl
Danîmarka
Belçîka
Polonya
Welatên ku peyman îmze kirine û dê di salên pêşiya me de balafirên xwe wergirin:
Almanya
Kanada
Fînlanda
Swîsre
Sîngapur
Yunanistan
Komara Çek (Çekya)
Romanya
Piştî ku Tirkiye di Tîrmeha 2019an de ji aliyê Amerîkayê ve ji bernameya F-35an hat derxistin, balafirên ku hatibûn xwestin û bi awayekî fermî aîdî Tirkiyeyê bûn, li Amerîkayê di hangaran-depoyan de hatin ragirtin û radestî Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) nehatin kirin.
Tirkiyeyê ji bo şeş balafirên şer ên F-35A 1,7 milyar dolar dabû Amerîkayê.

.webp&w=3840&q=75)

