Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Amerîkayê ragihand ku wekî bersiva êrişên dawî yên li ser keştiyên bazirganiyê yên ku di Tengava Hurmizê re derbas dibin, wan zêdetirî 80 pêgehên leşkerî yên Îranê kirine armanc.
Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de hûrgiliyên wê “êrişa tolhildanê” hatin eşkerekirin ku doh bi hinceta êrişkirina ser 3 keştiyên bazirganiyê yên li Tengava Hurmizê, dest pê kiribû.
"Pêleke nû ya êrişan hat kirin"
Di daxuyaniyê de hat gotin:
“Hêzên CENTCOMê di cih de bersiv da êrişên dawî yên Îranê yên li ser keştiyên bazirganiyê yên li Tengava Hurmizê.
Hêzên CENTCOMê bi cebilxaneyên xwedî arasteyên hesas pêleke nû ya êrişan pêk anî û li Îranê zêdetirî 80 pêgeh kirin armanc.”
Her wiha hat diyarkirin ku pergalên parastina asmanî, torên kontrola fermandariyê û xalên radarên peravê yên Îranê hatine bombebarankirin.
"Îranê agirbest bin pê kir"
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Îranê bi wan êrişan agirbest bin pê kiriye û serbestiya hatin û çûna keştiyan qels kiriye.
Artêşa Amerîkayê doh ragihandibû ku wan ji ber êrişên li ser 3 keştiyên bazirganiyê yên li Tengava Hurmizê, dest "êrişên bihêz" ên li ser Îranê kiriye.


.webp&w=3840&q=75)
