Hewlêr (Rûdaw) - Hikûmeta Îsraîlê, kiryarên di serdema Împaratoriya Osmaniyan de yên di Şerê Cîhanê yê Yekem de li hemberî Ermenan hatine kirin, wekî "Komkujiya Ermenan" bi yekdengî nas kir.
Ji bo ku ev biryar bikeve meriyetê, divê Parlamentosu ya Îsraîlê (Knesset) wê bipejirîne.
Biryar li ser pêşniyara Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Gideon Saar, roja yekşemê di civîna Lijneya Wezîran de hat pejirandin.
Saar li ser platforma Xê daxuyaniyek belav kir û ji bo piştgiriya Serokwezîr Benjamin Netanyahu spasiya wî kir.
Saar got, "Îsraîlê bi qebûlkirina rastiya dîrokî û bi redkirina hewldanên înkarê, erka xwe ya exlaqî bi cih aniye."
"Dema naskirina vê biryarê hatiye"
Saar di civîna kabîneyê de axivî û got, "Komkuja Ermenan heta îro jî di serî de ji aliyê hikûmeta Tirkiyeyê ve bi kampanyayeke organîze ya înkar û piçûkxistinê re rû bi rû ye.
Wekî dewleteke Cihûyan, êdî dema wê hatiye ku Îsraîl vê nêzîkbûnê bi fermî nas bike."
Birêvebiriya Îsraîlê gelek salan ji ber parastina têkiliyên dîplomatîk ên li gel Tirkiyeyê, ti carî biryareke fermî ya naskirinê li ser vê mijarê nedabû.
Aloziya li gel Enqereyê bandor kir
Aloziya di navbera Tirkiye û Îsraîlê de ya ku salên dawî û bi taybetî piştî şerê Xezeyê zêde bûye, wekî yek ji sedemên guherîna helwesta Tel Evîvê tê nirxandin.
Li aliyê din, Tirkiye pênasekirina bûyerên 1915an wekî "komkujî" red dike.
Enqere diyar dike ku windahiyên canî di bin mercên awarte yên Şerê Cîhanê yê Yekem de qewimîne, hemû aliyan êşên giran kişandine û ji aliyê hiqûqî û dîrokî ve pênasekirina van bûyeran wekî "komkujî" ne rast e.
Gelek welat nas dikin
Gelek welatên cîhanê ku di nav wan de Amerîka, Fransa, Almanya û Îtalya jî hene, bûyerên 1915an wekî "Komkujiya Ermenan" qebûl dikin.
Ji bo ku biryara Îsraîlê bikeve meriyetê, dê di dema pêş de li Knesseta (parlamento) Îsraîlê deng li ser were dayîn.



