Hewlêr (Rûdaw) – Di nav Partiya Gel a Komarî (CHP) de nîqaşên li ser pêvajoya derxistinê didomin.
Dadgeha Bilind a Tirkiyeyê endamtiya 9 parlamenterên CHPyê jê bir û krîzeke nû derket holê.
Bi vê biryarê re hejmara parlamenterên CHPyê yên li Parlamentoya Tirkiyeyê ji 138an daket 129an.
Daxwaza derxistina teqez
Daîreya Hiqûqê ya 36an a Dadgeha Edliyeyê ya Herêmî ya Enqereyê 21ê Gulanê li ser kongreyên CHPyê biryara "betalbûna mitleq" da.
Piştî vê biryarê Kemal Kiliçdaroglu wekî Serokê Giştî yê CHPyê hat erkdarkirin.
Komîteya Birêvebir a Navendî ya nû ku Kiliçdaroglu ava kiribû 10ê Hezîranê civiya.
Komîteyê bi daxwaza "derxistina teqez" û bi awayekî tedbîrî 9 parlamenterên CHPyê şandin Komîteya Dîsîplînê ya Bilind.
Dadgeha Bilind qeydên endamtiyê jê birin
Hat diyarkirin ku Komîteya Dîsîplînê ya Bilind hîn wan dosyeyan gotûbêj nekiriye.
Lê Dadgeha Bilind qeydên endamtiya CHPyê yên 9 parlamenteran jê birin.
Parlamenterê CHPyê yê Enqereyê Umut Akdogan yek ji wan kesan e ku endamtiya wî hatiye jêbirin.
Akdogan li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyek da.
Akdogan da zanîn ku wî bi rêya e-Devletê kontrol kiriye û dîtiye ku endamtiya wî ya partiyê hatiye jêbirin.
Akdogan di parvekirina xwe de diyar kir ku şandina wan a ji bo YDKyê li dijî hiqûqê ye.
Wî anî zimên ku mafê wan ê îtîrazê heye û nabe ku endamtî bi vî awayî bên jêbirin.
Daxuyaniya parêzerê Kiliçdaroglu
Parêzerê Kemal Kiliçdaroglu Celal Çelîk li ser mijarê ji rojnameya Sozcuyê re axivî.
Celal Çelîk anî zimên ku ev kiryareke asayî ye.
Çelîk da zanîn ku Sekreteriya Giştî ya CHPyê biryarên Komîteya Birêvebir a Navendî yên ji bo derxistinê ji Dadgeha Bilind re ragihandine.
Çelîk bal kişand ser wê yekê ku şandin bi "tedbîr" e û got:
"Heta ku pêvajoya dîsîplînê temam bibe, jêbirina qeydên wan kesan a ji pergala Dadgeha Bilind pêkanîneke standart e."
Dê qeydên Parlamentoyê bên nûkirin
Tê çaverêkirin ku biryara Dadgeha Bilind ji Serokatiya Parlamentoya Tirkiyeyê re bê şandin.
Piştî wê yekê, tê pêşbînîkirin ku agahiyên wan 9 parlamenterên ku endamtiya wan hatiye jêbirin, li ser malpera Parlamentoyê wekî "parlamenterên serbixwe" bên nûkirin.
Piştî vê biryarê hejmara parlamenterên CHPyê ji 138an daket 129an.



