Hewlêr (Rûdaw) - Komîsyona Hewldana Konferansa Yekîtiya Neteweyî ya Bakurê Kurdistanê li bajarê Îzmîrê yê Tirkiyeyê konferansek li dar xist û daxwaza yekîtiya neteweyî kir.
PÊLKURD, Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK), Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK), Tevgera Vejînê ya Kurdistanê (VEJÎN) û gelek kesayetiyên serbixwe beşdarî vê konferansê bûn.
Armanca sereke ya konferansê pêkanîna yekîtiya neteweyî bû.
Dîwan û axaftvanên konferansê
Konferans li hola konferansan a Kovara Dengê hat lidarxistin. Di destpêkê de ji bo şehîdên Kurdistanê xulekekê rêz hat girtin.
Dîwana konferansê ji Alîkarê Serokê Giştî yê PSKyê Nevzat Teker, Endamê Meclisa Partiyê ya PWKyê Mehmet Sirac Kaya, Nûnerê PÊLKURDê Mahmut Agamola û Nûnerê VEJÎNê Edîp Welatparêz pêk hat.
Bîr û ramanên cuda hatin nîqaşkirin
Piştî hilbijartina dîwanê Alî Oncu axivî.
Paşê Serokê Giştî yê PSKyê Bayram Bozyel, Alîkarê Serokê Giştî yê PWKyê Mehmet Can Azbay, Birêvebirê PÊLKURDê Mahmut Alpşen û Nûnerê VEJÎNê Edîp Welatparêz axaftinên xwe pêşkêş kirin.
Piştî axaftinên nûneran, Endamê Komîteya Birêvebir a Navendî ya PWKyê Kasim Ergun, Birêvebirê PSKyê Bedir Çinar û çend siyasetmedar û rewşenbîrên Kurd bîr û ramanên xwe anîn zimên.
Ji bilî birêvebir û endamên partiyan, gelek mêhvanên din jî amade bûn.
Serokê Weqfa Baran Tursun Mehmet Tursun, Serokê Giştî yê Komeleya Anadoliya Rojhilat û Başûrê Rojhilat a li Îzmîrê Alaattîn Epozdemîr û Nûnerê Ozgur-Derê Çagdaş Yazici jî tevlî konferansê bûn.
Beşdaran diyar kir ku ev pêngav hêviyên avakirina temsîliyeteke neteweyî ya li Bakurê Kurdistanê geş û xurtir kiriye.
Di dawiya konferansê de hat ragihandin ku dê rojên pêş li hinek bajarên din ên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê jî konferansên bi vî rengî bên lidarxistin.



.jpg&w=3840&q=75)