Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi girtina dibistanan û destpêkirina bêhnvedana havînê re, heyama karkirina xwendekaran jî dest pê dike.
Piraniya ciwanan di şûna ku di bêhnvedana havînê de bêhna xwe vedin û bigerin, ji neçarî di karên cuda de dixebitin dixebitin.
"Xewna min ew e ku ez bibim mamoste"
Berat Kizilaslanê 18 salî yek ji wan bi sed hezaran xwendekarên Kurd e ku ji neçarî hem dixwîne hem jî dixebite. Ew xelkê navçeya Bazîdê ya parêzgeha Agiriyê ye û lîse qedandiye.
Berat 6 meh in çûye Stenbolê û li kafeyeke Kurdî garsoniyê dike.
Ew hem ji bo ezmûna zanîngehê amadekariyê dike hem jî dixebite da ku piştgiriyê bide malbata xwe.
Berat rojê 10-12 demjimêran bi meaşê herî kêm dixebite.
Ew êvaran jî pirtûkên xwe dixwîne û amadekariya ezmûna zanîngehê dike.
Xewn û xeyala wî ew e ku li Stenbolê beşa dîrokê qezenc bike û bibe mamosteyê dîrokê.
Berat Kizilaslan derbarê jiyana xwe de got, "Ez ji Bazîdê hatim Stenbolê.
Ez hem ji bo ezmûna zanîngehê bixebitim hem jî dixwazim piştgiriyê bidim malbata xwe.
Ez li vê derê li cem xizmên xwe dimînim û li vê kafeyê garsoniyê dikim.
Ez her roj ji saet 08:00ê sibehê heta 18:00ê êvarê dixebitim.
Piştî kar ez diçim odeya xwe û bêhna xwe vedidim. Ez bi malbata xwe re diaxivim û paşê dest bi xwendinê dikim.
Bi rastî xerîbî zor e. Min gelekî bêriya cîran û malbata xwe kiriye. Lê em dê çi bikin? Em ji neçarî dixebitin.
Xeyala min ew e ku ez li Stenbolê beşa dîrokê qezenc bikim û bibim mamoste."
Mesrefên dibistanê bi karê nîvrojî dertîne
Enes Aslanê 18 salî jî xwendekarê pola dawî ya lîseyê ye.
Ew bi eslê xwe ji Amedê ye lê li Stenbolê ji dayîk bûye.
Enes ji ber vê yekê Kurdî fêm dike lê nikare biaxive.
Enes jî ji bo mesrefên xwe yên dibistanê û piştgiriya malbata xwe di hefteyê de 2-3 rojan bi awayekî nîvrojî li xwaringeheke sûşiyê dixebite.
Enes Aslan jî li ser xebata xwe wiha axivî:
"Ez xwendekarê pola dawî ya lîseyê me. Niha ji ezmûna zanîngehê re demeke pir hindik maye
Lê ez di heman demê de ji bo mesref û xerciya xwe li vê derê dixebitim.
Ez di nava hefteyê de diçim dibistanê lê dawiya hefteyê dixebitim.
Ez dixwazim beşa hiqûqê bixwînim. Eger ew nebe plana min a duyem xwendina beşa gastronomiyê ye."
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi girtina dibistanan re û destpêkirina betlaneya havînê re heyama xwendekarên ku dixebitin jî dest pê dike.
Piraniya ciwanan li dewsa ku betlaneya havînê bêhna xwe vedin û bi dilê bigerin bikin ji neçarî li cafe, restaurant, bar, xwaringeh, tekstîl û înşaetan de dixebitin.
Li gorî lêkolînekê, ji sedî 36ê xwendekarên zanîngehê hem dixwînin hem jî dixebitin. Ev rêje dike derdora 2 milyon û 300 hezar kesî.
Li hêla din, ji ber krîza aborî û mesrefên giran ên perwerdeyê, di 5 salên dawî de zêdetirî 716 hezar xwendekaran dev ji zanîngehê berda.


