Hewlêr (Rûdaw) - Supaya Pasdaran a Îranê eşkere kir ku wan îro berê sibehê li herêmê êrişî 21 armancên leşkerî yên Amerîkayê kiriye.
Supaya Pasdaran da zanîn ku ew hedefên Amerîkayê li baregehên asmanî û deryayî bûne.
Supaya Pasdaran di daxuyaniyekê de diyar kir ku mûşekên dûravêj li Urdinê li Baregeha El-Ezreqê 4 armancên sereke têk birine.
Li gorî daxuyaniyê, di nav armancên têkbirî de stargehên balafirên şer ên F-35 û navendeke fermandarî û kontrolê hene.
Artêşa Urdinê jî ragihand ku wan 5 mûşekên ku ji Îranê ber bi herêma El-Ezreqê ve hatine avêtin xistine xwarê.
Artêşê destnîşan kir ku pergalên parastina asmanî ew mûşek têk birine.
Di encama ketina parçeyên wan de ti kes nemiriye û ti zerera madî jî çênebûye.
Êrişa li ser Kuweytê
Supaya Pasdaran destnîşan kir, "wekî bersiveke ji bo êrişkariya Amerîkayê" wan bi dronan êrişî Baregeha Elî Al Salemê ya li Kuweytê kiriye.
Supaya Pasdaran hişyarî da ku ew ji bo "bersiveke bihêz û çareserker" bi temamî amade ne.
Supaya Pasdaran her wiha daxuyand ku dê berpirsyariya encaman di stûyê hêzên Amerîkayê de be.
Beriya niha jî Supaya Pasdaran angaşt kiribû ku wan droneke MQ-9 a Amerîkayê li ser asmanê navçeya Cemê ya parêzgeha Bûşêhrê ya li başûrê welêt xistiye xwarê.
Êrişên CENTCOMê
Ev rûdan piştî wê yekê pêk hatin ku Amerîkayê êrişî başûrê Îranê kir.
Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) pişt re daxuyand ku wan êrişên xwe yên "xweparastinê" yên li dijî Îranê temam kirine.
CENTCOMê eşkere kir ku balafirên şer ên Amerîkayê wekî bersiveke ji bo xistina helîkoptereke Apache ya Amerîkayê, pergalên parastina asmanî û xalên radarê yên Îranê yên li nêzîkî Tengava Hurmizê kirine armanc.


