Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî li karsaz Rahmî Koç xwedî derket ku heqaret li jinên Kurd kiribû.
Li dijî Rahmî Koç ji ber gotinên wî yên zayendperest û nijadperest dest bi lêpirsînê hatibû kirin.
Devlet Bahçelî ragihand ku ew destpêkirina lêpirsîna li dijî Rahmî Koç rast nabîne.
Bahçelî li ser bertekên li dijî Rahmî Koç daxuyaniyek da û got:
"Di vekirina nexweşxaneyekê ya li Îzmirê de, destpêkirina lêpirsînê ya ji ber henekeke Birêz Rahmî Koç şaş e.
Wî ev henek di atmosfereke jidil a sohbetê de kiriye.
Em rast nabînin ku karsazekî hêja yê ku di temenê xwe yê 95 salî de bi terbiya malbatê û sekna xwe xizmeta Tirkiyeyê dike, bi gotinên nayên qebûlkirin were hedefgirtin."
Rahmî Koç ji malbata Koçan e ku yek ji malbatên herî dewlemend ên Tirkiyeyê ye.
Rahmî Koç di vekirina Nexweşxaneya Amerîkayê ya Îzmirê de li jinên Kurd heqaret kiribû û vê yekê bertekên tund li pey xwe anîbûn.
Di vekirina nexweşxaneya nû de ji xeynî Rahmî Koç, Alî Koç, Semahat Arsel, Bînalî Yildirim, Parêzgarê Îzmirê Suleyman Elban, Şaredarê Bajarê Mezin ê Îzmirê Cemîl Tugay û gelek kesên din ên naskirî amade bûn.



