Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê ragihand ku li dijî DAIŞê operasyon hatine kirin.
Di operasyonên li 39 parêzgehan de 361 gumanbar hatin desteserkirin.
Li gorî daxuyaniya wezaretê ya ku li ser medyaya civakî hatiye belavkirin, operasyoneke berfireh hat kirin.
Ev operasyon bi hevahengiya Serokatiya Îstîxbaratê, Daîreya Têkoşîna li Dijî Terorê (TEM), Teşkîlata Îstîxbaratê ya Neteweyî (MÎT) û serdozgeriyan hat kirin.
Li 39 parêzgehan bi ser malan de girtin
Polîsan li 39 parêzgehan bi ser gelek navnîşanan de girt.
Di operasyonên li parêzgehên wekî Edene, Stenbol û Enqereyê yên Tirkiyeyê de gelek kes hatin desteserkirin.
Her wiha operasyon li bajarên Semsûr, Amed, Êlih, Dîlok, Mêrdîn, Riha, Şirnex û Sêrtê yên Bakurê Kurdistanê jî hatin kirin.
Alîkariya darayî daye rêxistinê
Hat zanîn ku van gumanbaran berê di nav DAIŞê de cih girtiye û alîkariya darayî daye rêxistinê.
Di dema serdegirtinan de hêzên ewlehiyê dest danî ser gelek çekên bêruxset û cebilxaneyan.
Her wiha dest danî ser belgeyên rêxistinî, amûrên dîjîtal û pereyên ku ji bo fînansekirina rêxistinê dihatin bikaranîn.



